Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navçeya Kayapinarê bi vekirina 6.8 kîlometre rêya nû, dê gihandina Nexweşxaneya Bajêr a ku avakirina wê didome, û herêmên niştecihbûnê yên nû hêsantir bike.
Serokatiya Daîreya Çêkirina Rêyan û Koordînasyona Binesaziyê ji bo gihandina ewle, erzan û rehet, tora rê û binesaziya bajêr berfireh dike. Daîreya Rêûbarê bi xebatên vekirina rêyên nû yên îmarê yên 30 metroyî ku li Kayapinarê dane destpêkirin, tora veguhestinê ya bajêr berfireh dike û rêyên nûjen û rehet dide ber xizmeta welatiyan.
3 hezar 600 metre rê temam bû
Di vê çarçoveyê de, tîmên Şaredariya Bajarê Mezin di demeke kurt de, li ser Kolana Nazim Hîkmet 1450 metre dirêj, 30 metre fireh; li ser Kolana Abdulkadir Topkaç 1350 metre dirêj, 30 metre fireh; li ser Kolana Jiyan 800 metre dirêj, 30 metre fireh xebatên vekirina rêyên nû temam kirin.