Hevşaredar beşdarî çalakîya Rojên Çand û Hunerê bûn

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî konsera ku di çarçoveya "Rojên Çand û Hunerê" de ji alîyê Şaredariya Yenîşehîrê ve hatibû organîzekirin, bûn.

Rojên Çand û Hunerê, ku ji 12 heta 14'ê Îlonê ji aliyê Şaredariya Yenîşehîrê ve hat organîzekirin, bi konserek li Kolana Hunerê ya li Semta Ofîsê dest pê kir. Konser ji aliyê Koma Hevra ve hat lidarxistin. Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Hevşaredarên Şaredariya Yenîşehîrê Safiye Akdag û Mehmet Ergun, Parlamenterên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî), hevserokên bajarî yên DEM Partî û Partîya Herêmên Demokratîk (DBP), hevşaredarên navçeyan, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û komek welatîyan beşdarî konserê bûn.

Hevşaredar Bucak û Hatun bi hevşaredarên navçeyan re derketin ser dikê û silav dan welatiyan.

“Çand hebûn e, ziman e”

Hevşaredarên Şaredariya Yenîşehîrê berî konserê axivîn û diyar kirin ku Amed bajarê çand û hunerê ye û gotin, "Çand hebûn e, çand ziman e, çand nasname ye. Wekî tê zanîn her dar li ser koka xwe mezin dibe." Hevşaredaran bal kişandin ser girîngiya zimanê zikmakî û gotin, "Ev daxwaza we bû, me jî daxwaza we bi cih anî. Ev festîvala me dê sê rojan bidome. Di Rojên Çand û Hunerê de her cûre bername hene. Ji şanoyê heta pêşaneyên wêneyan, semîner û atolye jî hene. Herwiha ji bo zarokan jî li Kolana Zarokan gelek bernameyên rengîn dê hebin."

Piştî axaftinên destpêkê, Hevşaredaran bi welatîyan re li ber stranan govend gerandin.

Herwiha Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî li Kolana Hunerê standek vekir û ji bo welatîyan bi belaş xizmeta sîgortaya tenduristiyê pêşkêş kir.

Rojên Çand û Hunerê dê heta 14'ê Îlonê bi çalakiyên curbecur bidomin.

 

Image Gallery