Kuçe û bulvarên Baglarê tên nûkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navçeya Baglarê, ji ber erdhej û hilweşînên piştî wê, li kolan û bulvarên ku zirar dîtine, xebatên peyzajê da destpêkirin.

Ekîbên Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, li navçeya Baglarê li ser kolanên Emek û Ahmet Bilgin (Hatboyu) û Bulvara Medîne ji bo ku xuyangeke estetîk û hêşîntir werbigirin, xebatên xwe didomînin. Di qonaxa yekem de, ekîban binesaziya kolanan sererast kirin û qada ji bo çandina daran amade kirin.

Dê peyzajên hişk bên çêkirin

Ekîban ji bo ku av bi awayekî aborî bê bikaranîn, di refûjan de amûrên avdanê danîn û ji bo bedewbûna bajaran, peyzajên hişk jî dê bên bikaranîn. Tê payîn ku ev xebat di 10 rojan de biqedin.

Li navçeyên din jî dê peyzaj bên çêkirin

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, li gorî bernameya xwe ya xebatê, ligel Baglarê, dê xebatên peyzajê li kolan û bulvarên navçeyên Yenîşehir, Sûr û Kayapinarê jî bidomîne.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Mijdar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30