Hevşaredar Bucak, beşdarî vekirina Mala Xwedîderketina Heywanên Bêxwedî ya li Farqînê bû

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî vekirina Mala Xwedîderketina Heywanên Bêxwedî ya ji aliyê Şaredariya Farqînê ve hatibû vekirin, bû. Bucak got, "Em ê felsefeya ji bo parastina heywanan, ji herêmî ve ava bikin; em ê nêrîna ku çanda jiyînê derdixe pêş, ji hemû herêmê re vebêjin."

Navenda Xwedîderketina Heywanên Bêxwedî û Rehabilîtasyonê ya girêdayî Midûriyeta Veterîneriyê ya Şaredariya Farqînê, bi merasîmekê ket ber xizmetê. Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevşaredarên Şaredariya Farqînê Sevîm Biçici û Kadri Esen û hevşaredarên navçeyan beşdarî vekirinê bûn.

'Em mafê jiyanê yê her candarê nav xwezayê diparêzin'

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di merasîmê de axivî û spasiya kesên ku di xebatê de cih girtine kir û destnîşan kir ku navend ne tenê stargeh e, di heman demê de qada rehabilîtasyon û perwerdeyê ye. Bucak, bal kişand ser parastina mafê jiyanê yê her candarê di nêv xwezayê, da zanîn ku avakirina stargeh, qadên siruştî yên jiyanê û navendên rehabilîtasyonê bingeha polîtîkayên mafên heywanan e û belavkirina vê nêrînê girîng e.

'Di warê parastina heywanan de kêmasiyeke felsefî hebû'

Bucak, polîtîkayên desthilatdariyê yên li ser mafên heywanan rexne kir û wiha got: "Desthilatdariyê, bi nêrîna 'bila li kuçeyan tu heywan nemînin', berpirsyarî xist ser milê rêveberiyên herêmî. Lê belê, ev biryar ku bêyî diyarkirina desthilatî, kapasîte û qadên berpirsyariyê hat dayîn, heywanhez gelekî bêhêvî kirin. Di warê parastina heywanan de kêmasiyeke felsefî hebû."

'Em ê nêrîna mafparêzî li 17 navçeyên xwe belav bikin'

Bucak, da zanîn ku wek Şaredariya Bajarê Mezin, giringiyê didin perwerdeyê û got, "Em dixwazin perwerdeyên ji bo veterîner û teknîkeran li ser bingeheke rast pêk bînin. Em ê nêrîna mafparêzî ya ku xwedîderketin û çanda jiyînê derdixe pêş, ji 17 navçeyên xwe re vebêjin. Em ê di nav şaredariyên ku li Tirkiyeyê rêberiyê dikin de cih bigirin."

'Divê zarok û ciwan teqez serdana vê derê bikin'

Bucak, destnîşan kir ku navend bi alavên vezîvirandinê hatiye çêkirin û wiha got: “Bi taybetî zarok û ciwan, serdana vê stargehê bikin gelekî girîng e. Dibistan, kreş û malbat divê zarokên xwe bînin vê derê û hezkirina heywanan geş bikin. Bila ev navend ji bo Farqînê û hemû gelên herêmê bi xêr û bêr be.”

 

Image Gallery