Tîma Hentbolê ya Şaredariyê bi armanca Lîga Super amadekariyên xwe didomîne

Tîma Hentbolê ya Mêran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB), xwe ji bo lîga yekem a amade dike, ku demsala borî bêyî binketin bûbû şampiyon.

Tîma Hentbolê ya Mêran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ku sala borî di bin Serokatiya Xizmetên Ciwanan û Werzîşê de hatibû damezrandin, ji bo ku di warê hentbolê de bajêr bi awayekî herî baş temsîl bike xebatên xwe didomîne. Tîma Hentbolê ya DBBê, Koma G a Lîga 2yan a Federasyona Hentbolê ya Tirkiyeyê bi 18 pûanan bêyî binketin temam kiribû û di Play-Offan de jî dijberên xwe têk bir û derbasî Lîga 1ê bû. Tîm, di lîstika xaçî de bi 23-32an Tîma Hentbolê ya YBOyê ya Yeşilliyê têk bir û navê xwe yê 'bêyî binketin' parast. Di vê demsalê de jî li ser armancên mezintir sekinî ye.

'Armanca me geşûgurkirina hezkirina hentbolê ye'

Beşeke girîng a tîmê ji werzîşvanên ciwan ên bi behre hatine kifşkirin, ku di Dibistanên Werzîşê yên Belaş ên Şaredariya Bajarê Mezin de hatine perwerdekirin. Rahênera Teknîkî Hatîce Şaşma got ku armanca wan Lîga Super e û wiha axivî: “Em bi armanca qezenckirinê derdikevin pêşbirkan. Armanca me ew e ku em li Amedê hentbolê bidin hezkirin. Di meha îlonê de lîstikeke me bi Şaredariya Seyhanê re heye. Sala borî me hemû lîstik birin. Îsal jî em bi werzîşvan û rahênerên xwe re wek malbatekê armanc dikin ku derkevin Lîga Super.”

'Amed hêjayî Lîga Super e'

Şaşma da zanîn ku Amed bi nifûsa xwe û potansiyela xwe heq dike ku di Lîga Super de be û wiha pê de çû: “Lîga Super li Amedê tê. Lîstikên wek Beşîktaşê bi Amedê re bikin, hem ji bo zarokên me, hem jî ji bo binesaziya me û hem jî ji bo bajarê me pir bi qîmet e.”

'Em ji bo ku bajêr û şaredariya xwe bi awayekî herî baş temsîl bikin dixebitin'

Yek ji werzîşvanên tîmê Ahmet Jiyan Kavak jî serkeftina sala borî bi bîr xist û got: “Demsala borî em bêyî binketin derketin Lîga 1ê. Îsal jî bi heman israrê armanca me ew e ku em ewil Play-Offan derbas bikin, paşê derkevin Lîga Super. Em ji bo ku bajêr û şaredariya xwe bi awayekî herî baş temsîl bikin dixebitin.”

 

Image Gallery