Hevşaredar Hatun, beşdarî vekirina pêşaneyên “Bîra Kevir û Reng” û “Wefaya li Gabriel” bû

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, beşdarî vekirina pêşangeha “Bîra Kevir û Reng” a ku li Mala Cemîl Paşa hat vekirin û pêşangeha “Wefaya li Gabriel” a ku ji aliyê DÎTAV'ê ve hatibû lidarxistin, bû.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, beşdarî vekirina pêşaneya “Bîra Kevir û Reng” bû ku kuratoriya wê ji aliyê Ozlem Atalay ve hatibû kirin. Di pêşangehê de berhemên hunermendên ji Îran, Ukrayna û herêmên cuda yên Tirkiyeyê, ligel 7 hunermendên ji Amedê hatin pêşandan.

Di vê çalakiyê de, nêzî 60 berhem hatin pêşandan. Bi van berheman, bi tevlihevkirina kevirê bazalt û rengan, armanc ew bû ku di navbera raborî û îro de pirek bê çêkirin. Her wiha karên hunermendê Diyarbekirî Murat Ozdogru yên der barê pêvajoya aştiyê de û yên kurê wî yê 6 salî Denîz Ozdogru jî bala hunerhezan kişandin.

Ev pêşane ne tenê pêşaneheke resimê ye, armanca wê ew e ku bi rêya hunerê û cihên bîranînê, mirov bi kokên xwe ve girêbide, raboriyê bi bîr bîne û hêviyê bide pêşerojê.

Pêşaneya Wefaya li Gabriel

Piştî vekirina pêşaneya li Mala Cemîl Paşa, Hevşaredar Hatun û kesên pê re, beşdarî vekirina pêşaneya “Wefaya li Gabriel” bûn, ku li Weqfa Pêşxistina Çand û Alîkariyê ya Diyarbekirê (DÎTAV) hatibû lidarxistin. Di pêşaneyê de berhemên lêkolînerê Fransî Albert Louîs Gabrîel cih digirin, ku wî sûrên Amedê ji hilweşandinê rizgar kiribû.

Di axaftina xwe ya li vir de, Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun destnîşan kir ku Gabriel di parastina mîrateya dîrokî ya Amedê de roleke mezin lîstiye û wiha got: “Divê navê Gabrîel li vî bajarî zêdetir bê jiyandin. Em dikarin wefaya xwe bi vî awayî bidin wî ku em navekî wî li kolanek, li taxek an jî li cihekî şaredariyê deynin.”

Hatun her wiha bal kişand ser girîngiya parastina mîrateyên çandî yên wekî Qotê Berçem û Zerzevan û anî ziman ku berpirsiyariya hemû pêkhateyên bajêr e ku mîrateyên dîrokî yên bajêr bigihînin nifşên pêşerojê.

Alîkarê Serokê DÎTAV’ê Şeyhmus Dîken jî spasiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir ji bo piştgiriya wan. Dîken her wiha ragihand ku di 20ê Îlonê de li DÎTAV’ê, bi beşdariya Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, dê li ser Gabriel gotûbêjek bê lidarxistin.

Di vekirinên pêşaneyan de, Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin Gul Ay Kiliç û Seroka Daîreya Çand û Karên Civakî Zeynep Yaş bi Hevşaredar Hatun re bûn.

 

Image Gallery