‘Civatên Aştiyê yên Amedê’ dest pê dikin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku gelek beşên ji gel, bawerî û çandên cuda bîne cem hev û aştiyê ji her aliyên wê ve bide ber nîqaşan, “Civatên Aştiyê yên Amedê” li dar dixe.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo ku aştî ji hemû aliyan ve bê axaftin û paşerojeke hevpar bê avakirin, projeyeke nû dide destpêkirin. Di çarçoveya projeyê de dê beşên ji gel, bawerî û çandên cuda werin cem hev û diyaloga aştiyê ji hemû aliyan ve birnirxîne. Di projeyê de tê armanckirin ku êşên berê yên civakê bên dîtin û derfetên jiyana hevpar a di nava aştiyê de bên nîqaşkirin. Di hevdîtinan de dê siyasetmedar, nivîskar, akademîsyen û beşdarên ji beşên cuda yên civakê cih bigirin.

Dê 7 mehan bidome

Di hevdîtinan de dê bandorên koçberiyê yên li ser civakê, astengiyên ewlekarî, aborî, hiqûqî, civakî û siyasî yên li pêşiya kesên ku dixwazin vegerin tax, gund û bajarên xwe bên nîqaşkirin. Hat plankirin ku ev çalakî mehê carekê bên kirin û dê 7 mehan bidomin.

Civata yekem 28’ê Îlonê ye

Çalakiya yekem dê bi piştgiriya Komeleya Şopandin û Lêkolînê ya Koçberiya Mezopotamyayê were lidarxistin. Çalakiya bi temaya “Koçberî, Veger û Aştî”, dê li Qesra Cemîlpaşa ya navçeya Sûrê, di 28’ê Îlonê roja Yekşemê, di navbera saet 16.00-18.00’an de pêk were.