Hevşaredar Bucak, li Gêlê bi muxtaran re civiya

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, li navçeya Gêlê bi muxtaran re civiya û guh da pirsgirêk û daxwazên wan.

Civînên muxtaran ên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Bi Gel Re ya Şaredariya Bajarê Mezin ve, ji bo zêdekirina beşdarbûnê di rêveberiya bajêr de û çareserkirina hewcedariyên taxan, tên lidarxistin, li Gêlê dom kirin. Ji bilî Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, endamên meclisê yên DBBê Deniz Yalçin, Hacer Kurt û Mahmut Yokuş digel gelek muxtaran, beşdarî civînê bûn.

‘Em bi guhdariya pirsgirêkan hewl didin wan çareser bikin’

Hevşaredar Bucak anî ziman ku ji 1,5 salî zêdetir e ku ew ketine ser kar û civînên muxtaran li dar dixin. Herwiha got: “Em bi guhdariya pirsgirêk û zehmetiyên navçeya xwe ya Gêlê hewl didin wan çareser bikin.”

Hevşaredar Bucak diyar kir ku ew ji berpirsiyariyên muxtaran ên li hemberî taxên wan haydar in û wiha axivî: "Pirsgirêkên herî mezin ên navçeyan rê û av e. Em ji vê yekê agahdar in, lê belê bi taybetî di warê binesazî û avê de ji ber ku bi salan e tu veberhênan nehatine kirin, pirsgirêkên mezin hene. Di 10 salên dawî de ji ber hişmendiya qeyûman, pirsgirêkên mezin hatine holê. Em nikarin bibêjin ku emê van pirsgirêkan di demeke kurt de çareser bikin. Di vî warî de me tu carî ji muxtaran re derew nekir, me hêviyên vala nedan wan. Me her tim hewl da ku di derbarê pirsgirêka binesazî û avê de bersiva herî rast bidin.”

‘Em ê bi hev re bipeyivin ka çi hatiye kirin û çi kêm maye’

Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku dê hin pirsgirêk di bihar û havîna pêş de werin çareserkirin û wiha got: “Raporên Daîreya me ya Gihandinê, Daîreya Xizmetên Gundewarî û DÎSKÎ hene. Emê gelek xalên wekî rêkûpêkkirina rêyên otobusan, seferên zêde, çêkirina rawestgehan, xizmetên li gundan, nûkirina saetên avê û karên abonetiyê bi we re parve bikin. Emê bi hev re binirxînin ka çi hatiye kirin û çi kêm maye.”

Herwiha, muxtaran jî pirsgirêkên rê, av û binesaziyê anîn ziman û ji ber biryardariya di warê ava vexwarinê de spasiya Şaredariya Bajarê Mezin kirin.

 

Image Gallery