Hevşaredar Bucak beşdarî panela Kongreya Navneteweyî ya Bijîşkên Diranan bû

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, beşdarî paneleke ku ji aliyê Yekîtiya Bijîşkên Diranan a Tirkiyeyê ve hatibû lidarxistin û hunermend Zûlfû Lîvanelî tê de axaftvan bû, bû.

Hevşaredar Bucak, beşdarî panela 28. a Kongreya Navneteweyî ya Bijîşkên Diranan a Yekîtiya Diransazan a Tirkiyeyê ku li Navenda Kongreyê ya Zanîngeha Dîcleyê hat lidarxistin, bû.

Panel, bi moderatoriya helbestvan û nivîskar Yilmaz Odabaşi hat lidarxistin. Hunermend Zûlfû Lîvanelî yê ku wek axaftvan beşdar bû, di warê çand, ziman û hunerê de nirxandinên girîng kirin. Lîvanelî got, "Zimanê ku li dijî Amedê û vê herêmê tê bikaranîn, birîna ziman a herî mezin vekir. Ger qedexeyên ziman tunebûna, îro me dikaribû bi awayekî cuda biaxiviya. Ez girîngiyeke mezin didim ziman û hûmanîzmê."

Di panelê de her wiha têkoşîna mafên mirovan, xebatên di warê çand-huner û ziman û demokrasiyê de jî hatin nirxandin.

Panel, piştî ku plaketek pêşkêşî Zûlfû Lîvanelî hat kirin û ji aliyê Yekîtiya Bijîşkên Diranan a Tirkiyeyê ve plaketeke spasdariyê pêşkêşî Hevşaredar Serra Bucak hat kirin, bi dawî bû.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Mijdar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30