Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo 40’emîn civîna Koma Xebatê ya Vateyê ku 29 sal in ji bo standardkirina Kirmanckî (Zazakî) xebatan dimeşîne, mazûvanî kir.
Civîn, ku ji aliyê Midûriyeta Şaxa Parastina Ziman a Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ve li Qesra Îskenderpaşayê hat lidarxistin, ji bo gengeşîkirina termînolojiya Kirmanckî ya di şaredariyên pirzimanî de bû.
Akademîsyen, nivîskar û mamoste ji gelek deverên wekî Dêrsim, Pîran, Sêwreg, Bîngol, Gimgim, Palo, Licê, Pasûr, Hênî, Çêrmûg, Kangal û Gêlê, yên ku Kirmanckî lê tê axaftin, beşdarî vê civînê bûn.
23 mêvanên ku ji bo çêkirina termînolojiya Zazakî ya di çarçoveya polîtîkaya şaredariya pirzimanî de nîqaşan dimeşînin, bi awayekî ku devokên herêmî temsîl bikin, ji bo pêşxistina zimanekî nivîskî yê hevpar alîkariyê dikin.
Midûrê Şaxa Parastin û Pêşxistina Ziman Tahir Baykuşak, li ser mijarê agahî da û anî ziman ku beşek ji civînên termînolojiya Zazakî bi serhêl (online) têne kirin û salê du caran jî civînên rûbirû çêdibin. Baykuşak diyar kir ku ji bo beşa Kurmancî jî her hefte roja pêncşemê li hev kom dibin û bi lihevkirinek hevpar (konsensus) termînolojiyê ava dikin û got ku ev civîn dê bidomin.
Â