Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî civîna 1emîn a Lijneya Giştî ya Asayî ya Herêma Pîşesaziyê ya Organîze (OSB) ya Tekstîlê ya Amedê bû û got, "Em bi hev re Amedê bi hilberîn, îstîhdam û hinardekirinê mezin bikin."
Civîna 1emîn a Lijneya Giştî ya Asayî ya Herêma Pîşesaziya Organîze ya Tekstîlê ya Amedê hat lidarxistin. Di civînê de, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Waliyê Amedê Murat Zorluoglu, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya, Serokê Komeleya Karsazên Pîşesaziya Tekstîlê ya Başûrê Rojhilat (GUNTÎAD) Sezai Ayas, Serokê Lijneya Rêveber a Herêma Pîşesaziya Organîze Mustafa Fidan û Serokê Borsaya Bazirganiyê ya Amedê Engin Yeşil amade bûn.
“Rola me ya çalak ji bo pêşketina OSB'ê û geşbûna bajarê me girîng e”
Hevşaredara Amedê Bucak, di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya civînê û wiha got: “Îro em li vir in, da ku li ser veberhênanek pir girîng ji bo paşeroja bajarê me, ango OSB'ya Tekstîlê biaxivin. Ev qad ne tenê veberhênanek pîşesazî ye, di heman demê de gavek pêşkeftinê ye ku dê îstîhdama Amedê, kapasîteya hilberînê û hêza hinardekirinê zêde bike. Wekî ku hûn dizanin, di heyama berê de, şaredariya me pişk û hejmara endamên xwe yên di rêveberiyê de ji YÎKOB'ê re veguheztiye. Ev pêvajo ji ber sedemên di şert û mercên wê demê de hatibû kirin. Lê belê îro em dibînin ku rola Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di vê avakirinê de bi awayekî çalak ji bo pêşketina OSB'ê û geşbûna bajarê me girîng e.”
“Şaredariya Bajarê Mezin, aktora herî krîtîk a pêvajoyê ye”
Bucak, destnîşan kir ku pêwîst e Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di rêveberiya OSB'ya Tekstîlê de careke din xwedî gotin be û wiha axivî: “Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di vê projeyê de tenê ne aliyek e; ew aktora herî girîng a pêvajoyê ye ku berpirsiyarê binesazî, veguhestin, lojîstîk û piştgiriya civakî ye. Erka şaredariyê ye ku rêyên gihandina OSB'ê, pergalên veguhestina giştî û torên lojîstîkê plan bike. Perwerdehiya pîşeyî ya ji bo ciwanên me, piştgirîkirina xaniyên civakî û hewcedariyên jiyana wan di bin berpirsyariya şaredariyê de ye. Domdariya jîngehê, binesazî û entegrasyona bajarî ya OSB'ê jî bêyî alîkariya şaredariyê kêm dimîne. Bi kurtasî, OSB'yek ku Şaredariya Bajarê Mezin di rêveberiya wê de ne çalak be, nikare pêşkeftineke berfireh pêk bîne. Xwedîgotina me ya li vir, ne tenê destkeftiya şaredariyê ye, di heman demê de ya me hemûyan e. Ji ber vê yekê, ji bo ku OSB'ya Tekstîlê bi awayekî saxlem pêş bikeve, pêwîstiyeke mezin bi gotina şaredariya me di rêveberiyê de heye. Ev ne tenê berjewendiya saziyî ya şaredariyê ye, di heman demê de berpirsiyariya hevpar e ji bo paşeroja Amedê, îstîhdama ciwanên me û xurtkirina hilberînê ye.”
“Em vê pêvajoyê ne weke qada reqabetê, lê weke qada hevgirtinê dibînin”
Bucak anî ziman ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê saziyek e ku bi hêz û berpirsiyariya hemû bajêr, dikare her biryara ku bê girtin rasterast organîze bike û wiha got: “Em dizanin ku di Lijneya Rêveber a OSB’ya Tekstîlê de serokê me yê YÎKOB’ê heye. Helbet ked û hewldana wî hêja ye. Lê divê em li vir vê pirsê ji xwe bikin: Di maseya biryarê ya ku dê paşeroja Amedê di qadeke ewqas mezin û stratejîk de şekil bide de, pîşesazên me vîzyona nûnerê Şaredariya Bajarê Mezin a hilbijartî dixwazin, an jî nûnertiya îdarî ya serokekî? Bendewariya pîşesazên me, cîhana karsazî û veberhênerên me ew e ku saziyeke ku bajar rê ve bibe û biryarên stratejîk bigire, di rêveberiya OSB'ê de cih bigire. Ev sazi jî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye. Ji ber ku şaredarî, bi hêz û berpirsiyariya tevahî bajêr, saziyek e ku dikare her biryara ku tê girtin rasterast pêk bîne. Weke şaredarî, em vê pêvajoyê weke qada reqabetê na, lê weke qada hevgirtinê û hişê hevpar dibînin. Di Tirkiyeya nû de, peydakirina lihevkirinê li ser asta herêmî jî di vê dema ku em tê de ne de, girîngiyeke mezin e. Alîkariya hemû saziyên li vir hêja ye. Weke Şaredariya Bajarê Mezin jî em dixwazin ya xwe bikin û hêza xwe bidin ser vê armanca hevpar.”
Bucak, gotina Stephen Hawking “Em hemû rêwiyên demê ne, Em bi hev re ber bi pêşerojê ve rêwîtiyê dikin. Em bi hev re bixebitin da ku paşerojê bikin cihekî ku em dixwazin biçin serdana wê,” bi bîr xist û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em bawer dikin ku bêyî hevkariyeke xurt û hişmendiyeke hevpar, avakirina paşeroja Amedê ne mimkûn e. Dubare nûnertiya şaredariya me ya di rêveberiyê de wê bibe gava herî berbiçav a vê hevkariyê. Ji ber vê yekê em bawer dikin ku ji nû ve nûnertiya me ya di rêveberiya OSB'ya Tekstîlê de ji bo berjewendiyên bajarê me bikêr e û em li benda piştgiriya we ne. Em bi hev re Amedê bi hilberîn, îstîhdam û hinardekirinê mezin bikin.”
Piştî axaftinan, di hilbijartina Lijneya Rêveber a OSB'ya Tekstîlê de Sezai Ayas weke serokê lijneyê hat hilbijartin. Her wiha di bernameyê de Serok Ayas plaket da Hevşaredar Serra Bucak.