Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di panela ku di çarçoveya pêşangeha “Wefa ji Gabriel re” de li Weqfa Danasîn, Çand û Piştevaniya Amedê (DÎTAV) hat lidarxistin de, bal kişand ser rola rêveberiyên herêmî ya parêzvanî û avakariyê.
Bucak anî ziman ku ew ê navê Gabriel, ku Sûrên Amedê ji hilweşandinê xilas kir, li ser Birca Yekbûnê ya ku wî xilas kiriye, bînin rojevê.
Panel li ser Gabriel
Panel, ji bo bîranîna arkeolog Albert Louis Gabriel hate lidarxistin. Modêratoriya panelê Şeyhmus Diken kir û Hevşaredar Serra Bucak û Alîkarê Rektorê Zanîngeha Dîcleyê û Serokê Kolandina Keleha Zerzewanê Prof. Dr. Aytaç Coşkun weke axaftvan beşdar bûn.
“Gabriel hatiye vî bajarî”
Bucak, di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya xebatên Gabriel û got: "Çi xweş e ku Gabriel di sala 1932'an de hatiye vî bajarê pirçandî û Sûrên Amedê li me emanet kiriye." Bucak anî ziman ku ji destpêka salên 2000'î heta niha, Amed xwedî li vê mîrasa çandî derketiye.
“Çîrokên nehatine vegotin”
Bucak, pêvajoya hilweşandina sûran a di sala 1932'an de bi bîr xist û da zanîn ku waliyê wê demê bi hinceta nexweşiyan dest bi hilweşandina sûran kiriye. Bucakê got, "Ji 101 bircan, sê birc hatin hilweşandin heta ku Gabriel destwerdan kir. Heya ku ev çîrokên nehatine vegotin neyên parastin, têkiliya vî welatî bi kokên xwe re qut dimîne."
“Em ê xwedî li mîrateya mirovahiyê derkevin”
Hevşaredar Bucak diyar kir ku ew ê bi xurtî xwedî li mîrata hevpar a mirovahiyê derkevin, di serî de Sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê. Bucak got ku ew ji bo vê yekê bi Wezaret û Serokatiya Rêveberiya Qadê re hevdîtinan dikin.
Şaredar Bucakê destnîşan kir ku divê Şaredariya Bajarê Mezin di çarçoveya Serokatiya Rêveberiya Qadê de xwedî gotin be û divê bajar bi dînamîkên xwe yên herêmî were teşekirin.
Di panelê de Prof. Dr. Aytaç Coşkun jî behsa jiyan û xebatên Gabriel kir û spasiya Şaredariya Bajarê Mezin kir ji bo piştgiriya wan a ji bo parastina mîrata çandî ya bajêr. Coşkun ji bo Navenda Pêşwazîkirina Keleha Zerzewanê ya ku ji aliyê şaredariyê ve hatiye vekirin jî spasiyên xwe pêşkêş kir.