Hevşaredaran binaxeya pirtûkxaneyê danî

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li Taxa Medya ya navçeya Peyasê, bingeha pirtûkxaneya nû ya ku dê li ser qadeke 490 metrekareyî bê avakirin, danîn. Di merasîma vekirinê de, Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku ji bo berdewamiya xebatên bi vî rengî, divê rêveberiyên herêmî di warên erk, berpirsiyarî, bûtçe û xebatê de azadtir tevbigerin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi dirûşma "Li her taxekê pirtûkxaneyek", berdewam dike ku pirtûkxane û qadên perwerdehiyê yên nû li bajêr ava bike. Di vê çarçoveyê de, merasîma danîna bingeha pirtûkxaneyê ku dê ji aliyê Midûriyeta Karên Fenê ya Şaredariya Bajarê Mezin ve li ser qada 490 metrekareyî li Taxa Medya ya navçeya Peyasê bê avakirin, pêk hat. Ji bilî Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevberdevkê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin Demet Ceylan, endamên meclîsê Emra Dogan, Abdulselam Înceoren, Mahmut Yokûş, Merve Otlû û Ozlem Başari, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk, Alîkarên Sekreterê Giştî Zerîn Tirk û Serdar Bakiroglû, serokên daîreyan, hevşaredarên navçeyan, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya û nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdarî vê merasîmê bûn.

Hevşaredar Bucak: Di warê perwerdeyê de zehmetiyên avahîsaziyê hene

Hevşaredar Bucak di merasîma danîna binaxeyê de axivî û bal kişand ser zehmetiyên di warê perwerdehiyê de û wiha got: "Bê şik em di welatekî ku di warê perwerdehiyê de zehmetiyên avahîsaziyê hene de dijîn. Yek ji erkên herî sereke yên rêveberiyên herêmî ew e ku ji bo hin qadên giriftar, yên ku bi zehmetiyên avahîsaziyê re rû bi rû ne, piştgirî û baştirkirinên herêmî bikin. Em jî wekî pêwîstiya DEM Partiyê û hemû nêrînên demokratîk û berfireh ên beriya wê, ji destpêka salên 2000'î heta niha, ew kes in ku piştgiriya rêveberiyên herêmî ya ji bo perwerdehiyê ji nêz ve dizanin û şahidî kirine. Dema ku em di şert û mercên îro de sîstema perwerdehiyê û zehmetiyên wê yên avahîsaziyê dinirxînin; em pê haydar in ku hem ji bo xwendekar û ciwanan hem jî ji bo dê û bavan têkoşîneke perwerdehiyê ya pir zehmet heye."

'Bila li her taxê pirtûkxaneyek hebe'

Hevşaredar Bucak diyar kir ku ew ê ji bo avakirina pirtûkxaneyan li her taxê xebatên xwe bidomînin û got: “Em ê wekî rêveberiyên herêmî, hem şaredariyên me yên navçeyan, hem jî Şaredariya Bajarê Mezin, di çar navçeyên me yên navendî û navçeyên gundî de ji bo avakirina pirtûkxaneyek li her taxekê hewl bidin. Em ê ji bo ku ciwan û zarok bigihîjin pirtûk, agahî û jîngeha xebatê ya dersan, mekanan ava bikin.”

'Em ê di meha berfanbarê de vekin'

Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku ew dixwazin li gel pirtûkxaneyan, malên piştgiriya agahî û perwerdehiyê jî ava bikin û wiha axivî: “Di vê çarçoveyê de me xebatên xwe dane destpêkirin. ‘Sûr Akademî’ dê ji hefteya pêş de dest bi perwerdeyê bike. Ji bo xwendekarên YKS’ê yên ku ji bo zanîngehê amade dibin, li gorî mufredatê dê xebatan bimeşîne. Me hin cih tamîr kirin û ji bo vê demê amade kirin. Em ê îro bi hev re bingeha hin cihan jî deynin û em bawer dikin ku di meha berfanbarê de em ê bikaribin vekirina vir pêk bînin. Ez ji niha ve ji bo xwendekar û zarokên me yên li vê herêmê dijîn, hêvîdar im bi xêr û xweşî be.”

'Pirsgirêkan em dikarin bi Rêveberiya Herêmî ya Beşdar hel bikin'

Hevşaredar Bucak anî ziman ku ew ê li ser 490 metrekareyî avahiyeke pola ava bikin û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku di mijarên wekî perwerdehiya zarokan û tenduristiya zarokan de, yanî di hemû meseleyên civakî yên ku ji bo berjewendî û feydeya civakê ne de, ji me re gotin ‘teserûfê bikin’, mixabin îro em nikarin li vir pirtûkxaneyeke çend qatî, navendeke piştgiriya perwerdehiyê û navendeke civakî ya bi kapasîteyeke pir mezintir vekin. Ji ber ku sîstem, tenê û tenê bi rêbazên me yên hiqûqî yên ku me bi xwe pêş xistine, destûrê dide me ku em avahiyeke yek qatî ava bikin. Em hêvî dikin ku bi vê pêvajoya nû re, di warên erk, berpirsyarî, bûtçe û xebatê de, em bikaribin bi nêrîna rêveberiya herêmî ya demokratîk û beşdar re, nêrînek ku dikare pêdiviyên civakê guhdarî bike û wan pêk bîne, pêk bînin.”

'Hêz û enerjiya me heye ku em van xebatan bidomînin'

Hevşaredar Bucak anî ziman ku ew ji ber ku qadeke nû li bajêr qezenc kirine bi rûmet û serbilind in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em cihekî ku 115 xwendekar dikarin tê de dersê bixwînin, pirtûkan bixwînin û bigihîjin agahiyê, dîzayn dikin. Her wiha dê 30 metrekareya wê kafeterya û beşên din jî cihên bendewariyê bin. Dibe ku ev yek bi tevahî pêdiviya vê taxê pêk neyne, lê em dizanin ku em ê hêz, enerjî û zîrekiya xwe bidomînin da ku di taxeke paşîn de tiştekî din, li ya din jî tiştekî din pêk bînin. Ji ber vê yekê jî em bi rûmet û serbilind in. Em spasiya hemû hevalên xwe yên ku keda wan di vê xebatê de heye û hemû kesên ku vê rojê pêk anîne dikin.”

Tê plankirin ku pirtûkxane di nav 3 mehan de vebibe

Di pirtûkxaneyê de, ku di heman demê de 115 kes dikarin jê sûd werbigirin, bi qadeke bikaranînê ya 323 metrekareyî, dê jîngeheke xebatê ya modern ji bo xwendekar û ciwanan pêşkêş bike. Her wiha dê kafeteryayeke 15 kesî, bîfeya vekirî ya ku tê de çay û qehwe dikare bê vexwarin û salona bendewariyê ya 35 metrekareyî jî hebe. Tê plankirin ku pirtûkxane di nav 3 mehan de temam bibe û bikeve xizmetê.

 

Image Gallery