Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, bi xebatkarên Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Bi Gel Re û Serokatiya Daîreya Xizmetên Piştgiriyê re hatin cem hev. Hevşaredaran di hevdîtinê de diyar kirin ku ew ê bi esasgirtina beşdariyê xebatan zêdetir geş û gurr bikin.
Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, ji bo nirxandina mercên xebatê û daxwazên xebatkarên şaredariyê, ji bo plankirina gavên ku bên avêtin û ji bo diyarkirina karên ku di pêşerojê de bên kirin, her hefte bi xebatkarên şaredariyê re dicivin û evan hevdîtinên xwe didomînin. Hevşaredar, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bi xebatkarên Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Bi Gel Re û Serokatiya Daîreya Xizmetên Piştgiriyê re hatin cem hev. Di civînê de, ji bilî rêveberiya îdarî ya şaredariyê, Hevserokên Şubeyên 1 û 2 yên Sendîkaya Tum Bel-Sen û Genel-Îş jî amade bûn.
'Serkeftina we, serkeftina tevahiya saziyê ye'
Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Emrullah Gorduk, di vekirina civînê de got ku ew ê çalakiyên hatine kirin, nêrîna şaredariyê û kêmasiyan binirxînin. Gorduk wiha got: "Serkeftina we, serkeftina tevahiya saziyê ye. Em dixwazin hûn di vê demê de kêmasiyên xwe bi awayekî vekirî bînin ziman. Li gorî ramanên ku ji vir derkevin, em dikarin ber bi avahiyeke nû ve biçin."
'Her mijarek li ser bajêr, em ê bi vekirî biaxivin'
Hevşaredar Serra Bucak jî anî ziman ku ew girîngiyê didin civînên bi xebatkaran re û wiha axivî: "Em dixwazin îro rewşa meydanê ji devê yekemîn bibînin, rewşa yekîneya ku lê dixebitin bibînin û her mijara li ser bajêr ku em ji aliyekî din ve lê dinêrin, bi vekirî û bi awayekî rast biaxivin û nîqaş bikin."
Hevşaredar Bucak herwiha got ku rakirina kavilên ku qeyûm di 8 salan de hiştiye ne hêsan e, lê piştî niha ew ê bi esasgirtina beşdariyê di rêveberiya herêmî de xebatan zêdetir mezin bikin.
Hevşaredar Hatun: Em girîngiyê didin rexneyên we
Hevşaredar Dogan Hatun jî diyar kir ku ew girîngiyê didin rexneyên xebatkaran û wiha got: "Yekîneya me ya çapemenî, di heman demê de rexneyên ji gel jî digire. Em dixwazin hûn bi hêsanî rêbazên ku em tê de kêm mane, ku me nefikiriye an jî di demên berê de hatine ceribandin lê nebûne çareserî, bînin ziman. Hemû heval dikarin polîtîkaya me ya xizmetkirina gel bi cesaret bînin ziman. Me mijarên ku we behs kirin, qeyd kirin. Divê em hemû, hûn jî û em jî, bibin xizmetkarên vî gelî."
Daxwaz û pêşniyar hatin ser ziman
Xebatkarên ku di civînê de axivîn jî, derbarê xebatên yekîneyên xwe de agahî dan û daxwaz û pêşniyarên xwe anîn ziman.
Â