Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî civîna encûmenê ya meha Îlonê ya Yekîtiya Şaredariyan a Tirkiyeyê (TBB) li Enqereyê bû.
Civîn li avahiya Navenda Giştî ya TBB'yê di bin serokatiya Cîgirê Serokê TBB û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mersinê Vahap Seçer de hat lidarxistin. Di civînê de, li ser xebatên yekîtiyê, budçeya sala darayî ya 2026'an û bernameya performansê ya sala 2026'an hatin nîqaşkirin.
115 wesayît ji 114 şaredariyan re hatin diyarîkirin
Piştî civînê, di Merasîma Radestkirina Wesayîtan de, 115 wesayîtên xizmetê li 114 şaredariyan hatin belavkirin. Ev wesayît li gorî rewşa sosyo-ekonomîk, rûbera erdî, nifûs, pêwîstî û daxwazên wan şaredariyan hatin dayîn.
Â