Qurnefîlên Çînî refûj û çarêyanên bajêr xemiland

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber ku li gorî kulîlkên demsalî yên havînî û zivistanî demeke dirêjtir li axê dimîne û ji hêla lêçûnê ve jî guncav e, bi qurnefîlên Çînî yên di tavgeyên xwe de çandine, dest bi xemilandina refûj û xaçerêyên bajêr kir.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan ji bo kêmkirina vexwarina avê û bi hilberîna riwekan qadên hêşîn ên ekolojîk biafirîne, xebatên xwe didomîne. Ji ber ku li axê demeke dirêj dimîne û ji aliyê aborî ve teserûfê dide, Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan li şûna kulîlkên demsalî yên havînî û zivistanî, qurnefîlên Çînî tercîh kir û dest bi çandina wan li refûj û xaçerêyên bajêr kir.

Xebatên hilberînê didomin

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, qurnefîlên çînî yên ku ji hêla cûreyên rengan ve avantajên girîng peyda dikin û ji bo gelek şert û mercên avhewayê guncav in, di serayên Midûriyeta Şaxa Şitil û Daristanê yên li Şilbe TOKÎ'yê de hilberîna wan didomîne.

Qurnefîlên Çînî ku 4 cureyên wan ên cuda hene wek spî, pembe, sor û mor, berî ku bên çandin, tîman li qadên diyarkirî xebatên binesaziyê (şaxkarkirin, zêdekirina axê û teswiyekirin) meşandin.

46 hezar qurnefîlên çînî hatin çandin

Li ser Cadeyên Hintli Baba û Yaşar Kemal ên li navçeya Yenîşehîrê û Bulvara Qamişlo ya li navçeya Rezanê, tîman 46 hezar kulîlk çandin ku ji bo çandina kulîlkan hatibûn amadekirin.

Di xebatên çandina kulîlkan de, tîman heta niha 21 hezar û 650 kulîlk li Bulvara Qamişlo çandin û plan dikin ku derdora 38 hezar û 350 qurnefîlên din ên çînî jî li bulvarê biçînin.

Kapasîteya hilberînê gihîşt 650 hezaran

Endezyarê Zîraatê Osman Yavuz, têkildarî xebatan agahî da û diyar kir ku di encama xebatên sala borî de wan ceribandinên qurnefîla çînî kirine û got: "Di qonaxa yekem de me 250 hezar tov kirî û di serayên xwe de çand. Me li çar aliyên bajêr dest bi çandina wan kir. Riweka qurnefîla çînî riwekeke ku di çar demsalan de jî kulîlkan vedike. Ev riwek riwekeke pir-salî ye ku teserûfa avê heye û ji hêla aborî ve beşdarî bajêr dibe."

Yavuz destnîşan kir ku di encama daneyên erênî yên ku wan bi dest xistine de, hejmara hilberîna qurnefîla çînî derxistine 650 hezaran û her wiha got ku di salên pêş de armanca wan ew e ku vê hejmarê bigihînin mîlyonek û nîvî.

 

Image Gallery