Hevşaredar Bucak, maça Amedsporê ligel alîgirên tîmê temaşe kir

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, maça Amedsporê ligel alîgirên tîmê temaşe kir û Amedsporê tîma Sariyerê 2-0 têk bir.

Amedsporê, di hefteya 7emîn a Lîga 1emîn de tîma Sariyerê li mala xwe pêşwazî kir. Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, maça li Stada Amedê di navbera alîgiran de temaşe kir. Li ber deriyê stadê û li trîbûnan alîgirên tîmê eleqeyeke mezin nîşanî Hevşaredar Bucakê dan. Bucak, ku rastî eleqeyeke mezin hat, ligel alîgiran dirûşme berz kir.

Amedsporê, di nîva duyemîn a maçê de bi golên xwe tîma Sariyerê 2-0 têk bir. Bi vê encamê, Amedsporê pûana xwe kir 13 û xwe li rêza 5emîn bi cih kir.

Amedspor, dê di 29ê Îlonê roja Duşemê de, li derve bi tîma Vansporê re bilîze.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Adar 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31