Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku têketin û derketinên bajêr yên ku ev demeke dirêj hatibûn îhmalkirin, bighîne xuyangek nûjen, projeyek da destpêkirin. Xebatên nûkirinê bi Rêya Mêrdînê ve dest pê kirin.
Midûriyeta Giştî ya Park û Baxçeyan, di çarçoveya vê projeya ku hevsengiya ekolojîk bingeh digire de, xebatên binesaziyê yên li ser Rêya Mêrdînê gihandin qonaxa destpêkê. Tê payîn ku ev xebat, ji aliyê estetîkî ve tevkariyeke girîng li rûyê bajêr bike, Rêya Mêrdînê bibe xwedî xuyangek hêşîn û ji bo trafîka peya û wesayîtan ewletir bibe.
Peyzajeke 20 kîlometreyî tê amadekirin
Di projeyê de, Midûriyeta Giştî dê li seranserê rê, bi tevahî 20 kîlometre (çûn û hatin) xebata peyzajê pêk bîne. Ji bo vê yekê, xebatên binesaziyê bi lez didomin.
Di çarçoveya van xebatan de; rakirina bordurên kevin, daxistina refûjên bilind ji bo bikêrhatiniyek zêdetir, çêkirina depoyeke avê ya 350 metrekupî, û dirêjkirina xetên avdanê yên nû tê kirin.
Pêşîk teserûfa avê ye
Piştî ku xebatên binesaziyê biqedin, dê zû dest bi xebatên serbinesaziyê bibe. Midûriyeta Giştî, ji bo teserûfa avê, dê li ser refûjan giraniyê bide mînakên peyzaja ziwa.
Herwiha, dê li qadên ku ji bo çandina daran hatine amadekirin, dar û deviyên ji cûreyên cûda bêne çandin, bi vî awayî tê xwestin ku deriyê bajêr bi rengekî modern û ekolojîk pêşwaziya mêvanan bike.
Â