Hevşaredar Hatun tevlî Lûtkeya Şaredaran a Barcelonayê bû

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, li bajarê Barcelona yê Spanyayê beşdarî "Lûtkeya Şaredaran" bû ku di çarçoveya 6emîn Lûtkeya Çandê ya UCLG'ê de hatibû lidarxistin.

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, beşdarî “Lûtkeya Şaredaran” bû ku di çarçoveya 6emîn Lûtkeya Çandê ya Teşkîlata Cîhanî ya Bajarên Yekgirtî û Rêveberiyên Herêmî (UCLG) de hat lidarxistin.

Di lûtkeyê de ku ligel Hevşaredar Hatun, Hevşaredara Şaredariya Sûrê Fatma Gulan Onkol, Hevşaredarê Şaredariya Rezanê  Siraç Çelik û şaredarên ji gelek welatan amade bûn, ev banga li ser mafên çandî li welatan hat kirin:

“Gihîştina çandê û beşdarbûna aktîf di çandê de mafekî mirovî ye. Pêşveçûna domdar bê armanca çandê ne pêkan e.”

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Kanûn 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31