Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li navçeya Hezroyê, li gola avdanê ku ji ber ziwabûnê av tê de nemabû, xebateke paqijkirin û tamîrkirinê da destpêkirin û bi vê yekê dîsa kir ku ji gola avdanê tijî av bibe.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî ya Şaredariyê, ji bo pêşvebirina çandinî û ajeldariyê û çareserkirina pirsgirêkên di vî warî de, xebatên xwe didomîne. Di çarçoveya van xebatan de, piştî lênerîna golên avdanê ku xera bûne, bi pêkanîna projeyên bikaranîna avê re, destekeke mezin dide xebatên ajeldariyê.
Sûd ji bo 5 gund û 7 gundikan
Di vê çarçoveyê de Serokatiya Daîreya Karûbarên Gundewarî, li Taxa Mihranî ya Hezroyê dest bi paqijkirin, lênêrîn û tamîrkirina gola ziwabûyî kir. Welatiyên ku li Taxa Ulgenê, her wiha li taxên Hondif û Berbaş û 7 gundikên (Kanîpişkul, Yenîkoy, Hinarok, Hodik, Îbrahîm Beg, Korxan, Hacî Cebar) girêdayî wan ajeldariyê dikin, hewcedariya heywanên xwe ya ava vexwarinê ji vê golê dabîn dikin.
Armanca Şaredariyê: Paqijkirina 20 golên avdanê ye
Endezyarê Çandiniyê Tahir Alan ê ku li Daîreya Xizmetên Gundewarî kar dike, diyar kir ku wekî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê armanca wan e ku di sala 2025’an de 20 golên avdana heywanan paqij bikin û bixin ber xizmetê. Alan da zanîn ku heta niha xebatên 12 golan li Farqîn, Çinar, Qerejdax û Hezroyê temam kirine.
Alan, derbarê xebatên li Ulgenê de agahî da û got, “Gola ku tu carî li vir ziwa nebûbû, îsal ziwa bû. Dema me dest bi xebatê kir, rûyê wê bi temamî wiha bû. Niha em heta 4 metroyî daketin kûrahî û çavkaniyeke ava xwezayî jê za. Li vir ne tenê heywanên şêniyên Kanîpişkulê, di heman demê de 5 gundên derdorê jî ji vir sûd werdigirin.”
Hem ji bo heywanên kedî hem jî ji bo heywanên kovî
Alan bal kişand ser çavkaniyên avê yên li herêmê û anî ziman ku armanca wan ew e ku hewcedariya avê ya hem heywanên kedîkirî û hem jî ya heywanên kovî yên ku di xwezayê de dijîn peyda bikin. Alan wiha dewam kir: “Li vir bi hezaran heywanên kovî ji ber bêaviyê cihên xwe diterikînin. Bi vê xizmetê re me dest bi peydakirina hewcedariya avê ya heywanên kedî û yên kovî kir.”
Welatiyên herêmê jî kêfxweşiya xwe ji projeyê diyar kirin. Welatiyê bi navê Hamdî Kirboga got, “Ev gol di pirtûkên dîrokî de jî cih digire. Heta niha xizmeteke bi vî rengî ji me re nehat kirin. Heywanên me û yên di xwezayê de hemû ji vê avê sûd werdigirin."