Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Serokê Komeleya Têkoşîna li Dijî Penceşêrê ya 'Jiyana Nû', Şukru Abay, û jinên nexweşên penceşêrê yên ku karûbarên komeleyê dimeşînin, pêşwazî kir.
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Serokê Komeleya Têkoşîna li Dijî Penceşêrê ya Jiyana Nû ya Amedê Şukru Abay û jinên nexweşên penceşêrê yên ku nûnerên taxan ên komeleyê ne, pêşwazî kir.
Hevşaredar Bucak, digel Serokê Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran Îsmaîl Degirmenci û Serokê Daîreya Xizmetên Civakî Omer Saman, li ber derî pêşwaziya serok û endamên komeleyê kir.
Abay û kesên pê re, ji ber projeya “Taksiya Civakî” ya ku di meha Sibatê de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hatibû destpêkirin (ji bo kêmkirina rîska enfeksiyonê ya nexweşên penceşêrê di wesayîtên veguhestina giştî de û gihîştina wan a rehet ji nexweşxaneyan re), û ji ber xebatên piştevaniya psîkolojîk ên ji bo nexweşên penceşêrê, spasiya Hevşaredar Bucak kirin.
Hevşaredar Bucak, kêfxweşiya xwe ji ber serdana wan anî ziman û destnîşan kir ku ew ê xebatên xwe bidomînin.