Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, di hevdîtina xwe ya bi Maria Perez, Berpirsa Yekîtiya Piştevaniya Navneteweyî ya Yekîtiya Şaredariyên Herêma Barcelonayê re, li ser polîtîkayên veguhastinê yên bajaran, xebatên binesaziya teknîkî û projeyên veguherîna li binecî nêrîn dan û stendin.
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, ku beşdarî 6emîn Lûtkeya Çandê ya Rêxistina Cîhanî ya Bajar û Rêveberiyên Herêmî yên Yekbûyî (UCLG) ku li bajarê Barcelona yê Spanyayê hatibû lidarxistin, têkiliyên xwe yên li bajêr didomîne.
Hevşaredar Dogan Hatun, bi Hevşaredara Şaredariya Sûrê Fatma Gulan Onkol, Hevşaredarê Şaredariya Rezanê Siraç Çelik û Seroka Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zeynep Yaş re, bi Maria Perez, Berpirsa Yekîtiya Piştevaniya Navneteweyî ya Yekîtiya Şaredariyên Herêma Barcelonayê re hatin gel hev.
Di hevdîtinê de, li ser polîtîkayên veguhastinê yên bajaran, xebatên binesaziya teknîkî û projeyên veguherîna binecî nêrîn dan û stendin.
Â