Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi boneya 1’ê Çirîya Pêşîn (Cotmeh) Roja Cîhanî ya Kal û Pîran, serdana welatiyên temenmezin li malên wan kirin, hem xizmeta tenduristiyê dan wan, hem jî piştgirîya amûra pîvandina tansiyonê kirin.
Serokatiya Xizmetên Astengdar û Kal û Pîran, xebatên xwe yên ji bo welatiyên temenmezin ên ku bi tenê dijîn û nikarin pêwîstiyên xwe bi tena serê xwe bi cih bînin, didomîne. Di çarçoveya xebatan de, ji bo welatiyên 60 salî û jor ên ku bi tenê dijîn û hewceyî lênêrînê ne, gelek piştgirî, ji kontrolkirina tenduristiyê bigire heta lênêrîna kesane, ji paqijiya malê heta alîkariya malzemeyên tibbî tên pêşkêşkirin.
Xizmeta tenduristiyê ya li malê
Tîman bi boneya 1’ê Çirîya Pêşîn Roja Cîhanî ya Kal û Pîran, serdana gelek welatiyan li malên wan kirin û xizmeta tenduristiyê ya li malê dan wan. Ji bo ku welatî kontrolên xwe baştir bikin, tîman dest bi piştgirîya amûra pîvandina tansiyonê ji bo 60 welatiyan kirin. Tîman herwiha di derbarê bikaranîna amûra tansiyonê de jî agahî dan welatiyan.
Amûra tansiyonê hat teslîmkirin
Midûriyeta Şaxa Nexweşiyên Kêmpeyda û Kronîk û Midûriyeta Şaxa Xizmetên Kal û Pîran, ku di çarçoveya 1’ê Çirîya Pêşîn Roja Kal û Pîran de xebatan dimeşînin, serdana welatiyan li malên wan kirin, hem kontrola tenduristiyê kirin, hem jî ji bo welatiyên 65 salî û jor ên bi nexweşiya tansiyonê ne, piştgirîya amûra tansiyonê kirin. Kedkarên ku di bin banê Midûriyeta Şaxa Xizmetên Kal û Pîran de xizmeta tenduristiyê ya li malê didin, li malên ku serdana wan kirin, kontrola tenduristiyê ya welatiyên temenmezin kirin û amûra tansiyonê dan wan.
'Em ê amûra tansiyonê bidine 60 kesî'
Sevda Erdem Ateş, Midûriyeta Şaxa Nexweşiyên Kêmpeyda û Kronîk, derbarê xizmetên hatine kirin de agahî da û destnîşan kir ku ew ê berdewam bikin xizmetê bidin welatiyên ku bi nexweşiyên kêm û kronîk re têkoşînê dikin. Ateş qeyd kir ku bi boneya 1’ê Çirîya Pêşîn Roja Cîhanî ya Kal û Pîran, ew piştgirîya amûra tansiyonê didin welatiyên 65 salî û jor ên nexweşiya tansiyonê bi wan re heye, û wiha got:
"Wekî Midûriyeta Şaxa Nexweşiyên Kêm û Kronîk, em ê bi hevkariya Midûriyeta Xizmetên Kal û Pîran a di nav Midûriyeta Daîreya me de, serdana malên kal û pîrên me bikin û ji bo nêzîkê 60 welatiyên nexweşiya tansiyonê bi wan re heye, amûra tansiyonê bidin wan. Berî her tiştî, em li malên welatiyên ku serdana wan dikin, kontrola tenduristiyê dikin."
'Tên malên me kontrolên me dikin'
Welatiyek bi navê Yemlîhan Oner, ku kêfxweşiya xwe ji xizmetên hatine kirin anî ziman, wiha got: "Em ji Şaredariya xwe razî ne. Baş li me dinêre. Xizmetê dide me. Tên malên me û kontrolên me dikin."
Â