Hevşaredar Hatun li Barcelonayê bi nûnerên CIEMEN'ê re civiya

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, li bajarê Barcelona yê Îspanyayê, bi nûnerên CIEMEN’ê re civiya. CIEMEN saziyek e ku di warê mafên kêmneteweyan û mafên çandî de xebatan dimeşîne.

Hevşaredar Dogan Hatun, ku beşdarî 6emîn Lûtkeya Çandî ya Rêxistina Cîhanî ya Bajar û Rêveberiyên Herêmî yên Yekbûyî (UCLG) li Barcelonayê bûbû, li bajêr serdanên xwe didomîne.

Hatun, tevî Hevserokê Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GABB) û Şaredariya RezanêSiraç Çelik, Hevseroka Şaredariya Sûrê Fatma Gulan Onkol û Seroka Daîreya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin Zeynep Yaş, serdana Navenda Escarré ya Navneteweyî ya Kêmneteweyên Etnîkî û Neteweyî (CIEMEN) kirin.

Hevşaredar Hatun û şandeya pê re, ji aliyê Serokê CIEMEN’ê David Minoves Llucià û Koordînator Jordi Garrell ve hatin pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de, li ser zêdekirina xebatên çandî yên di navbera Amed û Barcelonayê de danûstandina fikran hat kirin.

Di civînê de, hate destnîşankirin ku hem Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hem jî CIEMEN biryardar in ku berpirsiyariyên xwe ji bo pêkanîna vê însiyatîfê bi cih bînin. Nûnerên CIEMEN’ê jî bal kişandin ser girîngiya piştgiriya di navbera gelan de û peyama hevkariyê di warê mafên çandî û projeyên hevpar de dan.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31