Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Emrullah Gorduk, beşdarî çalakiyê bû ku ji ber Hefteya Agirkujiyê hatibû lidarxistin û got, "Pîşeya agirkujiyê xizmeteke pir bi qîmet e ku ewlehiya can û malê mirovan pêk tîne."
Serokatiya Daîreya Agirkujiyê, ji ber Hefteya Agirkujiyê ku di navbera 25'ê Îlonê û 1'ê Cotmehê de tê pîrozkirin, li Grûba Kayapinarê çalakiyek li dar xist.
Di çalakiyê de Sekreterê Giştî yê ŞBM'ê Emrullah Gorduk, endamên Meclîsê Emra Dogan, Deniz Yalçin û Abdulselam Înceoren, Serokê Daîreya Agirkujiyê Metin Alar, nûnerên sendîkayên Tum Bel-Sen û Genel-Îş û herwiha agirkuj beşdar bûn.
'Xizmeteke pir bi qîmet e'
Di çalakiyê de Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk axivî û hefteya agirkujan pîroz kir. Gonduk destnîşan kir ku weke şaredarî, ew dê bidomînin bi xurtkirina teşkilata agirkujiyê.
Gorduk got, "Pîşeya agirkujiyê xizmeteke pir bi qîmet e ku ewlehiya can û malê mirovan dabîn dike. Ji ber vê, ez we pîroz dikim. Piştî hatina rêveberiya nû ya şaredariya me, me di warê makîne, teçhîzat û alavên ji bo teşkilata agirkujiyê de gelek kirînên girîng kirin. Ev pêvajo didome, kirînên me yên nû jî dê hebin. Weke rêveberiya şaredariyê, ji bo ku teşkilat karê xwe bêyî astengî bidomîne, emê çi ji destê me tê bikin. Ez hefteya we ya agirkujiyê pîroz dikim, û ez serkeftinê ji bo 69 hevalên me yên nû dest bi kar kirine re dixwazim. Di pêvajoya perwerdehiyê de em ê moral, motivasyon û her cure piştgiriyê bidin wan."
Endamê Meclîsa ŞBM'ê Abdulselam Înceoren jî bal kişand ser girîngiya berpirsiyariya ku agirkujan girtiye ser xwe û got, "Ez hefteya we ya agirkujiyê pîroz dikim. We erkeke pir girîng daye ser milên xwe, we berpirsiyarî girtiye. Baweriya me bêdawî ye ku hûn ê xebateke bi qîmet bikin û biserkevin. Em serkeftinê ji we hemûyan re dixwazin."
Hevserokê Şaxa Amedê ya Tum Bel-Sen Mehmet Candan jî bi bîr xist ku agirkuj erka zehmet lê pîroz bi cih tînin, lê got ku tevî hemû rîskan jî, pîşeya agirkujiyê hîna nehatiye nav çîna pîşeyî û ji bo pêkanîna vê têkoşînê dikin.
Â