Hevşaredara Bucak, beşdarî kongreya UCLG-MEWA'yê bû

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Serra Bucak, beşdarî Kongreya UCLG-MEWA bû ku mazûbaniya wê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Konyayê ve hat kirin.

Kongreya sala 2025an a Rêxistina Herêmî ya Yekîtiya Bajar û Rêveberiyên Herêmî ya Rojhilata Navîn û Asyaya Rojava (UCLG-MEWA), bi mazûbaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Konyayê dest pê kir. Di Kongreya UCLG-MEWA de, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, rêveberên UCLG-MEWA û gelek şaredarên neteweyî û navneteweyî beşdar bûn.

Piştî axaftinên vekirinê, dê Civata Giştî û hilbijartinên UCLG-MEWA pêk werin, ku Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî berendam e.

Di Kongreya UCLG-MEWA de, dê mijarên "Bandora Afetan li Ser Pergalên Çandinî û Xwarinê, Plansaziya Vegerandina Piştî Pevçûnan û Avakirina Aştiyê ji bo Pêşketina Herêmî" bên nîqaşkirin.

Di kongreyê de, armanc ew e ku polîtîka û hevkariyên ku dê pêşeroja bajaran diyar bikin, bên pêşxistin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31