DBB, tevlî hevdîtina yekemîn a tora bajarên nêtar bû

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, beşdarî hevdîtina yekemîn a Tora Bajarên Nêtar ên Klîmîk (ÎNŞA) bû ku ji aliyê Yekîtiya Şaredariyên Marmarayê ve hatibû organîzekirin.

Civîna Tora Bajarên Nêtar ên Klîmîk (ÎNŞA) ku ji aliyê Yekîtiya Şaredariyên Marmarayê ve di çarçoveya MARUF25 de hatibû lidarxistin, li Navenda Kongreyê ya Haliçê pêk hat. Di civîna yekemîn a ÎNŞA de, ku di çarçoveya Mekanîzmaya Piştgiriya Pisporan a Bajaran a NetZeroCities li Tirkiyeyê de hatiye pêkanîn, nûnerên bajarên pêşeng û yên peyrew, rayedarên wezaretên têkildar û nûnerên rêxistinên navneteweyî hatin cem hev. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî bi rola xwe ya "Bajarê Peyrew" tevlî vê tora girîng bû.

Evin Dinar, Seroka Daîreya Guherîna Avhewayê û Sifir Bermahî, û Îbrahîm Yalçın, Serokê Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, beşdarî civînên bi sernavên "Rola Şaredariyan di Armanca Avhewayê ya Neteweyî de", "Îklîm101,5°: Xala Kelînê ya Pêşerojê", "ÎNŞA x CapaCITIES 2.0: Diyaloga Astbilind ji bo Bajarên Nêtar ên Klîmîk" û "Rêbazên Zanistiya Welatiyan di Têkoşîna li Dijî Germiyên Zêde de" bûn.

'Divê destûrên Rêveberiyên Herêmî zêde bibin'

Seroka Daîreya Guherîna Avhewayê û Sifir Bermahî Evîn Dînar,  diyar kir ku wek Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ew bi beşdarbûna platformên bi vî rengî armanc dikin ku roleke çalak di têkoşîna li dijî guherîna avhewayê de bigirin ser xwe, û hevkariyê û parvekirina agahiyan di çarçoveya armanca bajarên domdar û berxwedêr de zêde bikin. Dinar anî ziman ku ji bo gihîştina armanca nêtariya klîmîk, divê rêveberiyên navendî bi awayekî xurtir piştgiriyê bidin rêveberiyên herêmî û pêkanîna planên çalakiyê yên li gorî şert û mercên her bajarekî, girîngiyeke jiyanî heye. Herwiha Dinar tekez kir ku divê destûrên rêveberiyên herêmî di van platforman de bi plansaziyên ku bi nêzîkatiyeke ekolojîk li gorî xwezayê ne û yekparebûna ekosîstemê diparêzin, werin zêdekirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31