Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, tevlî 2. Festîvala Çand û Xebata Jinan a Peyasê bû ku ji aliyê Şaredariya Kayapinarê ve hate lidarxistin.
Festîvala Çand û Xebata Jinan a Peyasê ku îsal duyemîn a wê ye û ji aliyê Şaredariya Kayapinarê ve hate organîzekirin, li Parkormanê dest pê kir.
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a (ŞBM) Dogan Hatun û endamên meclîsa ŞBM'ê tevlî vekirina festîvalê bûn ku wê 3 rojan bidome û mazûvaniya gelek çalakiyan bike. Hevşaredar Hatun serdana stantên ku li qada festîvalê hatibûn danîn kir.
ŞBM'ê jî stant vekir
Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin jî li qada festîvalê stant vekir ku tê de berhemên jinan ên ku di atolyeyên Navendên Jiyanê yên Jinan de bi destan hatine çêkirin, hatin pêşandan.
Her wiha, Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê wê di dirêjahiya festîvalê ya 3 rojan de, li stanta DÎKASUM guh bide daxwazên jinan û der barê mekanîzmayên têkoşîna li dijî şideta li ser jinan de agahiyan bide.
Â