Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, tevlî rûniştina bi navê “Plansaziya Sererastkirina Piştî Pevçûnê Ji Bo Pêşketina Herêmî” ya di çarçoveya Kongreya UCLG-MEWA ya li Konyayê de bû û got, “Em hewl didin ku tovên aştiyê di xizmetên xwe yên rojane de li Amedê şîn bikin.”
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî rûniştina asta bilind a bi navê “Plansaziya Sererastkirina Piştî Pevçûnê Ji Bo Pêşketina Herêmî” bû ku di çarçoveya Kongreya 2025'an a Rêxistina Herêma Rojhilata Navîn û Rojavayê Asyayê ya Bajar û Rêveberiyên Herêmî yên Yekbûyî (UCLG-MEWA) de, ku mazûvaniya wê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Konyayê ve hatibû kirin, pêk hat.
Hevşaredar Bucak: Êdî polîtîkayên aştiyê nayên paşxistin
Hevşaredar Serra Bucak, di rûniştinê de axivî, silav da beşdaran û diyar kir ku ew ji bo avakirina aştiyê û sererastkirina piştî pevçûnê hatine cem hev. Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku herêma Rojhilata Navîn û Rojavayê Asyayê hîn jî bi qeyranên mirovî yên kûr re rû bi rû ye û wiha got: “Bi taybetî jenosîda li Xezayê, qeyranên siyasî û aborî yên bi dehan salan li Lubnanê nehatine çareserkirin, şerê navxweyî yê zêdetirî deh salan li Sûriyeyê û awarebûna bi milyonan mirovan, janên ji nû ve avakirinê yên bêdawî yên li Iraqê û felaketa mirovî ya li Yemenê, nîşanî me hemûyan didin ku polîtîkayên aştiyê yên li ser bingeha nirxên demokratîk, lihevhatinê, pirçandî û nenavendî, ku ji herêmê ve tên avakirin, êdî acil in û nayên paşxistin. Dema van qeyranan jiyana rojane serûbin kir, têkoşîna jiyanê ya gelan di her warê jiyanê de tê jiyîn û berpirsiyariyên rêveberiyên herêmî tîne bîra wan.”
‘Em dikarin aştiyê ava bikin’
Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku ev tecrubeyên bi êş fêrî wan kirine ku plansaziya sererastkirina piştî pevçûnê ne tenê tamîrkirina avahiyên hilweşandî an sîstemên binesaziyê ye, û wiha axaftina xwe domand: “Ji bo sererastkirina civakên xwe, divê em di heman demê de hem tevnê civakî xurt bikin, hem rêveberiyek berfireh ava bikin, hem jî berxwedanek demdirêj ava bikin. Yanî, em dikarin aştiyê ava bikin; bi hatina cem hev re, bi serketina me ya li gel cudahiyên xwe, bi ji nû ve avakirina baweriya li hemberî hev, bi parastina maf û azadiyên her yek ji me bi hev re, û herwiha bi rêzgirtina li weheviya zayendî û temsîliyeta jinê.”
‘Rêveberiyên Herêmî di vê pêvajoyê de lîstikvanên kilît in’
Hevşaredar Bucak bal kişand ser vê yekê ku nêzîkatiyên pêşketinê yên civak-navendî ji ber vê yekê girîngiyek jiyanî ne û got, “Rêveberiyên herêmî di vê pêvajoyê de lîstikvanên kilît in, ji ber ku em in ku herî nêzîk daxwazên gel dizanin û dikarin zûtirîn û berfirehtirîn çareseriyan ji wan re peyda bikin. Weke yekeyên rêveberiyê yên herî nêzîkê gelê me, peywira me ye ku hewlên neteweyî û navneteweyî bi awayekî xurt li herêmê nîşan bidin. Wekî ku di nota konseptê ya UCLG-MEWA de jî hatî destnîşan kirin, ku bi vê têgihîştinê hatiye amadekirin, em îro hatin cem hev ji bo ku avakirina aştiyê li herêmê xurt bikin û mînakên baş parve bikin.”
‘Bajarê kevnar ê 12 hezar salî’
Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku wek Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, tecrubeyên wan rastbûna van prensîban îspat dikin û wiha axivî: “Em hewl didin ku tovên aştiyê di xizmetên xwe yên rojane de li Amedê şîn bikin. Ji ber ku em baş dizanin ku aştî, di serî de, bi beşdariya gel, bi guhdana daxwazên gel pêk tê. Pevçûnên bi dehan salan bandoreke neyînî ya mezin li ser bajarê me kir, ji aliyê civaknasî, psîkolojîk, aborî, hiqûqî û gelek aliyên din ve. Dayik û bavan zarokên xwe winda kirin, mirovan hevjîn û hezkiriyên xwe winda kirin, tam mîna trajediyên ku îro li herêmên din, li herêmên cîranên me diqewimin, li cem me jî qewimîn, ciwan gihîştin asta wendakirina hêviya xwe. Tevî van hemû pêvajoyên dijwar jî, gelê Amedê her dem hesreta aştiyê zindî hişt. Ev bajarê kevnar ê 12 hezar salî, Amed, xezîneya çandî ye ku çand, bawerî û nasnameyên cuda bi hev re lê dijîn; Kurd, Tirk, Ermen, Suryan û gelek gel û baweriyên din li ser şopa xwe hiştine. Em dixwazin xwe li van şopan bigirin. Em naxwazin van şopan paşguh bikin, em dixwazin xwe li xezîneya ku van şopan afirandiye bigirin. Em jî wek şaredarî, cudahiyên sosyo-çandî, etnîkî û dînî di polîtîkayên rêveberiya herêmî de dikin bingeh, û hewl didin ku vê zenginîtiyê biparêzin û bidomînin. Hevrêjîya jîyana bi hev re di vê piralîtiyê de, di rêzgirtina li hemberî hev de ye.”
Şaredariya Pirzimanî
Hevşaredar Bucak bal kişand ser vê yekê ku têgihîştina şaredariya pirzimanî ji bo avakirina civakeke aştiyane prensîbeke bingehîn e û got, “Ji bo ku gelê me di dema pêşkêşkirina xizmetan de li astengiya ziman nexin, em xizmetên bi zimanê zikmakî berfireh dikin. Mînak, me demeke kurt berê cara yekem dest bi pêşkêşkirina xizmetê bi zimanê Kurdî di xeta me ya navenda banga 153 de kir. Êdî welatiyên me dikarin bi hêsanî gilî, daxwaz û pêşniyarên xwe bi zimanê xwe yê zikmakî ragihînin û ev yek hêsankariyê peyda dike, nêrînek pragmatîk tîne, dikarin bi zimanê zikmakî bersivê bistînin. Ev gavek pir girîng e ku dibe ku piçûk xuya bike, lê di rastiyê de hesta ewlehî û aidiyetê xurt dike. Karmendên me yên peywirdar bangan bi Kurdî pêşwazî dikin; bi vî awayî welatiyên me dikarin bibêjin ‘ez dikarim derdê xwe bi zimanê xwe bibêjim’. Me bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî dest pê kir, lê em ê di demek nêzîk de bi zaravayê Zazakî, zimanên Erebî û Îngilîzî jî xizmetê pêşkêş bikin. Armanca me ew e ku mirovên vî bajarî bi kîjan zimanî ku herî rehet xwe îfade dikin, bikaribin xizmetê bistînin. Ji ber ku em dizanin ku ziman nasname û rûmetê dide mirov; û ragihandina bi zimanê zikmakî jî yek ji şertên bingehîn ên jiyana bi hev re ya di aştiyê de ye.”
‘Eger jin bi ser bikeve, aştî bi ser dikeve’
Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku gava herî girîng a avakirina aştiya civakî zayenda civakî ye, û bal kişand ser vê yekê ku xurtkirina jin û ciwanan beşeke bingehîn a avakirina aştiyê ye. Hevşaredar Bucak diyar kir ku wan li Amedê di vî warî de gavên konkret ên pir girîng avêtine û got, “Di serî de, me navendeke jinan a girîng, ku di serdema qeyûman de hatibû girtin, navenda me ya DÎKASÛMê ya ku têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan û polîtîkayan esas digire, û xeta me ya Alo Şîdetê ji nû ve vekir. Herwiha, me di nava şaredariya xwe de Meclîsa Jinan ji nû ve damezirand. Di nava Encûmena Bajêr a Amedê de Meclîsa Jinan hate avakirin û jin êdî dikarin rasterast di rêveberiya bajêr de xwedî gotin bin. Em jî dibêjin: Eger jin winda bikin, civak nikare bi ser bikeve. Eger jin bi ser keve, aştî bi ser dikeve. Ji ber vê yekê, dabînkirina beşdariya wekhev a jinan di mekanîzmayên biryargirtinê de, xebata bi prensîba temsîliyeta hevserokatiyê di her astê de, prensîba me ya bingehîn e. Me yekîneyên xwe yên jinan di şaredariya xwe de xurt kirin, me civînên jinan li taxan organîze kirin. Em gelek proje pêk tînin, ji kursên pîşeyî yên ji bo xurtkirina jinan di jiyana aborî û civakî de heta xizmetên şêwirmendiyê yên ji bo jinên rastî şîdetê hatine. Em bawer dikin ku bajarek ku jin lê xurt bin, dê gavên herî zexm di riya aştiyê de bavêje.”
‘Em hewl didin ji bo ciwanan derfetan çêbikin’
Hevşaredar Bucak got, “Ciwanên me siberoja me ne, hêviya sibeha me ne,” û anî ziman ku yek ji wan kesên ku di pêvajoyên pevçûnan de û di pêvajoyên ku nikaribûn aştiyê bi cih bînin de bedela herî giran dane, ciwan in. Hevşaredar Bucak got, “Mafê me tune ku em ciwanan 100 sal din jî winda bikin. Piştgiriya ciwanan yek ji girîngtirîn warên berpirsiyariyê yên rêveberiyên herêmî ye. Em wek şaredarî li Amedê hewl didin ku ji bo ciwanan qadên ewle û derfetan çêbikin. Em li navçeyên xwe navendên ciwanan vedikin, piştgirî didin çalakiyên spor û çandî. Ji bo ku ciwanên me karibin xwe di warê perwerde, çand û hunerê de pêş bixin û behremendiyên xwe nîşan bidin, di çarçoveya derfetan de, çi hewce be, em dikin.”
‘Em fikra gel digirin’
Hevşaredar Bucak bal kişand ser xebatên beşdariya komên bêpar di jiyana civakî de û wiha axaftina xwe domand: “Em li Amedê girîngiyê didin têkoşîna li dijî xizaniyê û xebatên piştevaniya civakî. Em gihîştina kesên xwedî astengî ji xizmetên bajêr re hêsan dikin; navendên me yên astengdaran, projeyên me yên veguhestina bêasteng hene. Herwiha, em ji bo zarokan kreş û malên lîstikê vedikin. Em ji bo zarok û malbatên ku trawmayên serdemên pevçûnan jiyane an şahidî kirine, piştgiriya psîko-sosyal pêşkêş dikin. Em bi lidarxistina meclîsên taxan û civînên gel re, piştgirî didin şêniyên taxan ku bi hev re pirsgirêkan gotûbêj bikin û çareseriyan peyda bikin. Em gelek biryarên xwe bi civînên gel şekil didin; mînak, di projeyên nûkirina bajarî de, di çêkirina parkan de, em fikra gelê wê taxê digirin. Em civînên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê car bi car bi awayekî vekirî ji gel re dikin. Her ku gel beşdarî biryarên derbarê paşeroja xwe de dibe, dîwarên navberê hildiweşin, bawerî tê avakirin. Avakirina baweriyê, dibe ku piştî pevçûnê karê herî zehmet lê yê herî bingehîn e.”
‘Em dikarin projeyên hevpar pêş bixin’
Hevşaredar Bucak bal kişand ser pêdiviya xurtkirina toran ji bo dabeşkirina dadmend a çavkaniyan, dabînkirina piştgiriya teknîkî û parvekirina mînakên baş, û got, “UCLG-MEWA tam ji ber vê yekê platformek hêja ye. Em şaredarî, bi fêrbûna ji hev re pêş de diçin. Her ku em tecrubeyên xwe parve bikin, em ê zûtir ber bi armanca xwe ya ‘aştiya domdar û berfireh’ ve herin. Em dikarin wekî bajarên di herêma MEWA de projeyên hevpar pêş bixin, dema hewce be piştgirî bidin hev.”
Demokrasiya Herêmî
Hevşaredar Bucak girîngiya xurtkirina demokrasîya herêmî destnîşan kir û wiha got: “Ji bo avakirina aştiyê, pêwîst e rêveberiyên herêmî li gor îradeya gel bin û karibin hesab bidin. Rêvebirên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, divê tenê bi razîbûna gel ji kar bên dûrxistin. Mixabin, ez û gelek şaredarên hilbijartî yên mîna min, di rabirdûyê de rastî pratîkên ku îradeya gel paşguh kirin, hatin. Lê belê em li her platformê vê helwesta prensîbî diparêzin: Yê ku bi hilbijartinê tê, bi hilbijartinê diçe. Îradeya gel ji bo me mîna stêrka li qutbê ye, rêberek e ku em tu carî ji çavan winda nakin. Ger em di hilbijartina rêveberiyên herêmî de demokrasiyê paşguh bikin, hewlên aştiyê bi giranî zirarê dibînin. Ji ber ku siyaset û rêveberiyeke dadmend û demokratîk û aştî, mîna du rûyên heman madalyayê ne. Ji ber vê yekê em bang li rêveberiyên navendî jî dikin: Polîtîkayên ku dengê herêmê kêm nakin, berevajî, gotina herêmê mezin dikin û desthilatdariya wê berfireh dikin, qebûl bikin. Tenê wê demê em wekî rêveberiyên herêmî, dikarin rola xwe bi kapasîteya tam di avakirina aştiya domdar a piştî pevçûnê de û di başbûna takekesî û civakî, avakirina aborî û jiyanek dadmend û mafparêz de bilîzin. Berpirsiyariya me wekî şaredaran mezin e, lê ger desthilatdarî û çavkaniyên me kêm bin, bandora bendewar çêkirin zehmet dibe. Lê belê, dema ku em wekî yekeyên herî nêzîkê gelê xwe rast werin piştgirî kirin, em dikarin mûcîzeyan çêbikin, me ev yek di gelek mînakên li herêma xwe de dît.”
‘Aştiyê xeyal bikin’
Hevşaredar Bucak xwest ku rewşek were xeyal kirin ku di paşeroja Rojhilata Navîn û Rojavayê Asyayê de, bajar ne bi şeran, lê bi refah û piştevaniya di aştiyê de werin bibîranîn, û got, “Ev xeyal ne ne mumkun e. Ev xeyal di vîzyona me rêveberên herêmî de ku li vê salonê civiyane, konkret dibe. Aştî ji bajaran dest pê dike – ji kolanên taxan, ji meclîsên herêmî, dibe ku ji gavên piçûk lê bi bandorên mezin dest pê bike. Bi her fîdana ku em datînin, em nefesekê didin aştiyê, bi her navenda çandê ya ku em vedikin, em pirekê di navbera mirovan de ava dikin, bi her xizmeta ku em bi zimanên cûda dikin, em nîşan didin ku cudahî dikarin bi hev re bijîn.”
‘Hêvî berxwedana herî mezin e’
Hevşaredar Bucak xwest ku îro pirek aştî ji Amedê bigihêje Qonyayê û ji Qonyayê bigihêje Xezzeyê, û got, “Her ku em hevdu fam bikin, êşên xwe parve bikin û bi hev re çareseriyê peyda bikin, rojên ku şer dê cihê xwe ji aştiyê re bihêle dê werin. Hêvî berxwedana herî mezin e. Em rêveberên herêmî dê berdewam bikin ku hêvîdar bin û piştgirî bidin yên ku hêvî dikin. Gelên me dema ku li benda xizmetê ne, di heman demê de li benda hêviyê ne jî. Em ê çi ji destê me bê bikin da ku vê hêviyê pûç nekin.
Em ji bo avakirina aştiyeke civakî ya domdar û berfireh ji bo her kesî bibin yek dil. Werin em bajarên xwe bikin navendên aştiyê û jiyaneke dadmend û azad bi hev re. Ez bawer im ku em ê bi bawerî, evîn û sebirê bi ser kevin.”