Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (ŞBMD) Dogan Hatun, di vekirina 2. Şahiya Dîrok, Çand û Gastronomiyê ya Hîlarê de cih girt, ku ji aliyê Şaredariya Erxeniyê ve hat lidarxistin.
Şahî di navbera 4-6’ê Çiriya Pêşîn (Cotmeh) de li Erxeniyê tê lidarxistin. Di çarçoveya şahiyê de, Hatun li Taxa Dîcleyê guhdariya dîwana dengbêjan û konsera koma JinMa kir. Di dawiya bernameyê de, Hatunî plaketek da Dengbêj Berken Zer û hunermend pîroz kir. Piştî konserê, Hevşaredar Hatun bi welatiyan re civiya û demekê bi wan re sohbet kir.
Di bernameyê de Hevşaredarên Şaredariya Erxeniyê Bîrsen Azak Bayar û Şiyar Guldîken û Endama Meclisa ŞBMDyê Canan Efe Şahin jî bi Hevşaredar Hatun re bûn.
Di dirêjahiya şahiyê de ku sê rojan dom dike, dê sînevîzyon (pêşandanên vîdyoyê), gerên dîrokî, pêşandanên hilberîna "Ji Genim Heta Nan – Ji Tirî Heta Doşavê", panelên bi mijara "Jin, Ax û Ekolojî", tamên herêmî di konê gastronomiyê de, atolyeyên zarokan û pêşbaziyên curbecur bên lidarxistin.
Â