Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li navçeya Çingûşê xeta ava vexwarinê ya ku gelek caran xera dibû nû kir û ji niştecihên taxê re ava vexwarinê ya bê navber peyda kir.
Midûriyeta Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), di çarçoveya xebatên xwe yên li Çingûşê de, li ser Cadeya Guneydere ya Taxa Karşiyaka xeta ava vexwarinê ya ku di sala 2006'an de hatibû danîn û temenê xwe yê aborî qedandibû, nû kir.
68 mal gihîştin ava bê navber
Xebatên ku di 30'ê Îlonê de dest pê kiribûn, di 8'ê Cotmehê de qediyan. Di çarçoveya nûkirinê de, xeta ava vexwarinê ya bi dirêjahiya 300 metreyî hat kişandin, her weha 70 metre boriyên girêdana aboneyan hatin bikaranîn û sîstem bi temamî hat sererastkirin. Piştî xebatê, 68 mal û bi qasî 450 kes li Taxa Karşiyaka gihîştin ava vexwarinê ya bê navber.
‘Armanca me gihandina ava bê navber e ji gelê xwe re’
Rêveberê Şaxa DÎSKÎ ya Çingûşê, Ferhat Kahraman, derbarê xebatan de daxuyanî da û ev tişt got:
“Wekî Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, me xeta ava vexwarinê ya ku li ser Cadeya Guneydere ya Taxa Karşiyaka her tim xera dibû, nû kir. Li şûna boriyên PVC yên ku di sala 2006’an de hatibûn danîn, me boriyên polîetîlen ên 90 santîmetreyî bi kar anîn û xet bi temamî guherand. Armanca me ew e ku em ava vexwarinê ya bê navber bigihînin gelê xwe. Di vê çarçoveyê de, me xebata 300 metreyî bi serkeftî qedand. Di pêşerojê de, em ê li navçeya xwe xebatên bi vî rengî bidomînin.”