Hatun: 2 hezar bîrên avê ziwa bûn, me amadekariyên berfireh kirin

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, aşkere kir ku ji ber hişkesalîya giran a îsal, li bajêr derdora 2 hezar bîrên avê ziwa bûne. Hatun di civîna xwe ya bi muxtarên navçeya Rezan re ragihand ku wan ji bo çareserîya demdirêj a pirsgirêka ava vexwarinê amadekariyeke berfireh kiriye.

Hatun got, "Tevî ku çavkanîyên herî qedîm ên avê jî miçiqîn, me dest ji hewldanan berneda. Me dest bi çêkirina duyemîn tesîsa paqijkirina avê ya Amedê kir. Ev tesîs wê bi kapasîteya 1 milyon û 600 hezarî be û tê plankirin ku di mehên Nîsan-Gulanê de biqede. Ji niha û pê ve em ê di nava bajêr de pirsgirêka ava vexwarinê nejîn."

Rêveberiya beşdar û banga aştiyê

Civîna muxtaran a ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hatibû organîzekirin, li Salona Civînên Meclîsê ya Şaredariya Rezanê hat lidarxistin. Hevşaredar Hatun bi Hevşaredarên Rezanê Leyla Ayaz û Siraç Çelik re tevlî civînê bûn.

Krîtîka pêvajoya destpêkê

Hatun, di axaftina xwe de bal kişand ser zehmetiyên dema hatina ser kar û bandora gotinên 'qeyûm wê were' li ser xebatkarên şaredariyê. Hatunî destnîşan kir ku tevî van pirsgirêkan jî wan karê xwe ranewestand û got, "Qeyûm were an neyê ne pirsgirêka me ye. Em li hemberî gelê xwe berpirsiyar in."

Hatun di berdewamîya axaftina xwe de, banga xwedîderketina li Aştî û Civaka Demokratîk kir û got, "Çiqas em xwedî li vê pêvajoyê derkevin, em ê ewqas jiyaneke demokratîk a xurt ava bikin. Dema aştî bibe civakî, xizmet jî wê zêde bibin."

Tedbîrên giştî ji bo avê

Hevşaredar Hatun li ser pirsgirêka avê hişyariyeke cidî da û behsa ziwabûna 17 bîrên li Gozelî kir, ku ev yek di dîroka Amedê de rewşeke yekemîn e.

Hatun anî ziman ku rêvebirina rast a avê girîng e û banga hişyarîyê kir: "Ava vexwarinê êdî divê ji bo avdana zeviyan neyê bikaranîn. Ev ne tenê pirsgirêka şaredariyan e, pirsgirêka me hemûyan e. Eger em îro tedbîran negirin, dibe ku piştî 5 salan ava me ya vexwarinê nemîne."

Hatun ragihand ku DÎSKÎ wê êdî pêşîyê bide deverên gundewarî û li Qerejdaxê jî wan şeş golên avdanê û kanaleke avê çêkirine. Herwiha got, li gel plansaziya nû ya tesîsa paqijkirina avê, pirsgirêkên bingehîn ên li navenda bajêr hatine çareserkirin.

Daxwazên muxtaran hatin rojevê

Muxtaran di civînê de daxwazên xwe yên ji bo taxan anîn ziman. Pêşniyarên serekî ev bûn: Xurtkirina binesaziya avê, avakirina bircên avê, piştgiriya kooperatîfan, kursên pîşeyî û lêkolînên tenduristiyê ji bo jinan.

Her wiha lezkirina karûbarên îdarî li taxên gundewarî, çareserkirina kêmasiyên konteynerên çopê û avakirina qadên werzîşê ji bo zarok û ciwanan jî di nav daxwazan de bûn. Muxtaran tekez kir ku civînên bi vî rengî divê zêdetir bên lidarxistin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31