Komxebata Jinan a Hunerên Dîtbarî

Di Komxebata Jinan a Hunerên Dîtbarî de ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û KASED’ê ve hat lidarxistin, hat destnîşankirin ku divê jin di qada hunerê de bên dîtin û xuyabar bibin.

Ji aliyê Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî û Komeleya Çand, Huner û Edebiyatê ya Jinan (KASED) ve Komxebata Jinan a Hunerên Dîtbarî hate lidarxistin. Di xebata ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hate kirin de, jinên hunermend ji bajaran cihê beşdar bûn.

Neşe Toprak ku li ser navê KASED’ê axaftina vekirinê kir, diyar kir ku ew wek KASED’ê ji bo gihandina jinan a hilberîna çandî dixebitin û anî ziman ku hunerên dîtbarî jî parçeyekî giring ê vê yekê ye û gelek jinên Kurd xwe dane vê qadê. Toprak destnîşan kir ku ew dixwazin bi jinên hunermend ên ku di vê qadê de kar dikin re bên cem hev û xebateke nû bidin destpêkirin û axaftina xwe wiha domand: “Em hêvî dikin ku ji îro pê ve hêza jinên hunermend dê derkeve holê û ev hêz bibe amûra hilberîn û afirandinê. Ez spasiya Şaredariya Bajarê Mezin dikim ku derî li me vekir û piştgirî da me. Em dizanin ku em ê bi vê xebatê berxwedana jinên Kurd hîn zêdetir belav bikin û xurtir bikin.”

Yaş: Divê jin bên dîtin

Seroka Daîreya Çand û Karûbarên Civakî Zeynep Yaş jî anî ziman ku qada hunerê, qadeke ku herî zêde ji aliyê jinan ve tê paşguhkirin û jin tê de zêde xwe xuya nakin. Yaş destnîşan kir ku KASED’ê bi destpêkek pir xweş hewl dide jinan di qada çandê de bîne cem hev û ew bi xemên wan ên hunerî hîn zêdetir nêzî hev kirine û got: “Wan hişt ku jin ji ked, çand û zimanê xwe hîn zêdetir agahdar bibin û bi nasnameya xwe ya neteweyî karên hunerî hîn baştir bikin. Her wiha em jî dema karên xwe yên çandî dikin, dîtina jinan pir bi qîmet dibînin.”

‘Em amade ne piştgiriyê bidin’

Yaş got: “Ev xebata ku bi salan e jin dikin, ne tenê ji bo çanda hunerên dîtbarî ye, ji bo jiyanê bi giştî ye.” û wiha berdewam kir: “Wek Daîreya Çand û Karûbarên Civakî, em hewl didin van çalakiyan hîn zêdetir xuyabar bikin. Her wiha em dixwazin bi piştgiriya kar û xebatan, ji bo gelê me tiştên hîn xweştir derkevin holê. Ev dîmeneke gelek xweş e ku ewqas jin ji her derê welêt li vir hatine cem hev. Îro li vir nîqaşên gelek bi feyde dikin, ev dîmeneke gelek xweş e. Em amade ne piştgiriyê bidin we da ku hûn kar û xebatên xwe hîn berfirehtir û xurtir bikin.”

Komxebat, bi rûniştinên bi sernavên “Parastina Çandê Li Hemberî Bêbîrkirinê”, “Hunera Azad Li Hemberî Kolonyalîzmê” û “Dîtina Jinên Hunermendên Kurd Di Xebatên Hunerên Dîtbarî de” û bi foruma bi sernavê “Jin Di Xebatên Çand û Hunerî de Çi Astengiyan Dikişînin?” dewam kir.

 

Image Gallery