Hevşaredar Hatun: Hêvîdar in ku pêvajoya aştiyê bi awayekî bi rûmet bi ser bikeve

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, ku beşdarî merasîma xelatdayînê ya “Pêşbirka Xelatên Rojnamevanên Serkeftî yên Salê” ya GGC’yê bû, hemû rojnamevanên şehîd bi bîr anî û got: “Hêvîdar in ku pêvajoya aştiyê bi awayekî bi rûmet bigihîje encamê.”

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun, beşdarî merasîma xelatdayînê ya pêşbirka “Rojnamevanên Serkeftî yên Salê” ya ku ji aliyê Cemiyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilat (GGC) ve îsal cara 39emîn hat lidarxistin, bû.

Ji bilî Hevşaredar Hatun, parlamenter, hevşaredarên navçeyan, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sîvîl, nûnerên rêxistinên pîşeyî yên rojnamevanan û gelek rojnamevan beşdarî merasîma ku li otelekê li navçeya Sûrê hat lidarxistin bûn.

Serokê GGC’yê Felat Bozarslan, ku axaftina vekirinê ya merasîma xelatdayînê kir, destnîşan kir ku ew ji bo teşwîqkirina xebatên rojnamevanan vê çalakiyê didomînin.

Bozarslan anî ziman ku Xelata Taybet a Jûriyê li ser navê siyasetmedar Sirri Sureyya Onder ê ku bûye dengê aştiyê li Tirkiyeyê û mehan berê jiyana xwe ji dest daye, ji malbata wî re tê dayîn û got: “Her çendî wî nedîtibe jî, em dixwazin aştîya civakî bi lihevkirinekê pêk were. Me guncaw dît ku em xelatekê jî li ser navê Nizamettin Kabaiş ê ku ji bo aqûbeta Rojîn Kabaîş fêr bibe têkoşîna edaletê dide, bidin.”

Bozarslan destnîşan kir ku Xelata Azadiya Çapemeniyê îsal ji bo balkişandina ser wêrankirina mezin a li Xezzeyê ji El Cezîre re hatiye dayîn û got: “Salên berê me ev xelat dida saziyên ku mafê wan ê azadiya çapemeniyê hatiye binpêkirin. Lê belê îsal li Xezzeyê bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan, 224 rojnamevanên qehreman dema ku dixwestin qêrîna Xezzeyê bigihînin cîhanê jiyana xwe ji dest dan. Ji ber vê yekê me guncaw dît ku em xelatê bidin El Cezîre.”

Hevşaredar Hatun: Em hêvîdar in ku pêvajoya aştiyê bi awayekî bi rûmet bi serî bibe

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun ku di merasîma xelatdayînê de axivî, beşdar silav kir û diyar kir ku ew cara duyemîn e ku beşdarî merasîma xelatdayînê ya GGC’yê dibe. Hevşaredar Hatun rojnamevan Umit Ozdal bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Kedkarên çapemeniyê yên hêja, hûn li ku dera cîhanê dibin bila bibin, hûn hemû şahî û her tiştên li ser jiyanê digihînin mirovahiyê; em li Amedê, li bajarekî girîng ê Rojhilata Navîn dijîn. Li welatê me pêvajoyeke aştiyê heye, em hêvîdar in ku bi awayekî herî bi rûmet bi encam bibe. Hevalê me Felat (Bozarslan) behsa kedkarên çapemeniyê yên li Xezzeyê şehîd ketin kir. Ne tenê li Xezzeyê, li Rojava jî û di demên berê de jî gelek kedkarên çapemeniyê şehîd ketin. Ez di şexsê Apê Mûsa de rojnamevanên şehîd bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Em hêvî dikin ku ev şer û pevçûn di demeke nêzîk de bi dawî bibin. Em daxwaz dikin ku li Xezze, Rojava û Tirkiyeyê êdî pêvajoya pevçûnê careke din neqewimin.”

‘Wexta avêtina gavan hatiye’

Hevşaredar Hatun anî ziman ku ew wek Kurd ji pêvajoyê hêvîdar in û axaftina xwe wiha domand: “Hêviya me ji heqîqeta me û cesareta me tê. Êdî wexta avêtina gavan hatiye. Derengmayîna vê gavê, hêviya ku di dilê mirovan de şîn bûye jî hêdî hêdî ber bi bidawîbûnê ve dibe. Eger em bi hev re xwedî li vê hêviya şîn bûye derkevin û daxwaz bikin ku ev gava bê avêtin û pêvajoya makezagonê lez bike, wê demê ev pêvajo encam bigire. Careke din ez hemû kedkarên çapemeniyê bi rêz û hezkirin bi bîr tînim.”

Hevşaredar Hatun xelata rojnamevana serketî da

Di merasîmê de Hevşaredar Dogan Hatun xelata Zelal Sinayiç a ji Amîda Haberê re pêşkêş kir.

 

Image Gallery