Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo pêdiviya binesaziyê ya herêmên niştecîbûnê yên nû yên Erxenî bi cih bîne, xebatên 2 hezar û 800 metreyî ya xeta kanalîzasyon û ava vexwarinê da destpêkirin.
Midûriyeta Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), paralelî avahîsaziya ku li Erxenî bi lez zêde dibe, xebatên xwe yên ji bo bihêzkirina tora binesaziyê ya heyî didomîne. Midûriyeta Şaxa Erxenî ya DÎSKÎ, di vê çarçoveyê de li Taxa Çiyayê Zilkif Pêxember xebatên xeta kanalîzasyon û ava vexwarinê ya 2 hezar û 800 metreyî da destpêkirin.
Tê plankirin ku di meha cotmehê de biqede
Di çarçoveya projeya ku di 30’ê Îlonê de dest pê kir û tê plankirin ku di dawiya meha cotmehê de biqede, hezar û 500 metre xeta kanalîzasyonê û hezar û 300 metre jî xeta ava vexwarinê tê danîn. Bi temamkirina girêdanên kanalîzasyon û ava vexwarinê yên herêmên niştecîbûnê yên nû re, dê tax bi salan xwedî binesaziyeke ewledar be.
'Pêdiviya taxê dê bê bicîhanîn'
Teknîsyena Midûriyeta Şaxa Erganiyê ya DÎSKÎ Merve Çîm, der barê xebatan de agahî da û anî ziman ku proje ji aliyê DÎSKÎ ve tê meşandin û got, "Bi vê xebatê re, li Taxa Çiyayê Zilkif hem pêdiviya binesaziyê ya herêmên avahîsaziyê yên nû dê bê bicîhanîn hem jî hawîrdoreke jiyanê ya tendurist, ewledar û domdar ji gelê me re bê qezenckirin."
Â