DBŞT’ê promiyera lîstika 'Hişê min Tev Li Hev Bû' pêk anî

Lîstikvanên Şanoya Bajarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT), di pêşandana yekem a lîstika xwe ya bi navê "Hişê min Tev Li Hev Bû" de bi zarokan re civiyan.

DBŞT ku di bin Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî de dixebite, bi lîstika zarokan a bi navê “Hişê min Tev Li Hev Bû” derket ser dikê. Di lîstika ku ji aliyê Yasin Yurekli ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê hatiye kirin de; Şahperi Alphan, Elvan Koçer, Omer Şahin, Zeycan Ateş, Rêzan Kaya û Sena Ozbey rol digirin. Lîstika ku bi teknîkên mîna akrobatîk, mîma hevdem, vegotina çîrokan û clown (palyaço) hatiye amadekirin, taybetmendiyeke performansê ya ku ji 5 salî mezintir re tê, dihewîne. Zarokên ku bi dê û bavê xwe re hatin pêş lîstikê, kêliyên xweş derbas kirin.

Midûrê Şaxa Parastina Ziman ê Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî Tahir Baykuşak, piştî temaşekirina lîstikê, kulîlk da ekîbê û ew pîroz kirin. Lîstikvan Omer Şahin jî ji ber beşdarbûna wan spasiya temaşevanan kir.

Piştî lîstikê ji zarokan re kek û ava fêkî hatin belavkirin.

Di lîstikê de zarokek ku sibehê radibe û pêşî malbata xwe û hemû mirovên li cîhanê nabîne, dikeve rêwîtiyeke nepenî ku li her kesî digere. Di dema rêwîtiyê de, ezmûnekê dijî ku têkiliya di navbera jiyan û mirovan de ji nû ve keşf dike. Bi saya tovekê, çerxa jiyanê ya di xwezayê de, bi awayekî ku ne mirov-navend e, ji nû ve tê damezrandin.

Lîstika ku pêşandana wê ya yekem hat kirin, dê di 19ê Cotmehê de jî careke din bê lîstin.

 

Image Gallery