Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê (Amed), di nava 18 mehan de li tevahiya navçeya Çinarê 5 hezar metre xeta ava vexwarinê ya nû kişand û bi sedan mal gihandin ava vexwarinê ya tendurist û bênavber.
Midûriyeta Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), xebatên xwe yên ji bo malên ku ev demeke dirêj e ava wan a vexwarinê ya birêkûpêk tune ye, li derveyî navenda bajêr jî didomîne. DÎSKÎ, di 18 mehên dawî de li tevahiya navçeya Çinarê 5 hezar metre xeta ava vexwarinê ya nû kişand û bi sedan mal gihandin ava vexwarinê ya tendurist û bênavber. DÎSKÎ, ku xebatên xwe yên ji bo malên ku negihîştine ava vexwarinê didomîne, vê carê jî li gundê Gelî xebatên kişandina 400 metreyan xeta ava vexwarinê ya nû dimeşîne. Bi temamkirina xebatê re, dê 10 malên taxê bigihîjin ava vexwarinê ya bênavber.
'Em ji bo pirsgirêka avê çareseriyên mayînde peyda dikin'
Midûrê Şaxa DÎSKÎ yê Çinarê Dîlaver Işik, derbarê xebatan de agahî da û anî ziman ku bi xebatên ku li tevahiya Çinarê tên meşandin re hem şebekeya heyî tê xurtkirin hem jî li cihên ku ava vexwarinê tunebûye, xetên nû tên vekirin. Işik da zanîn ku ew li ser peydakirina çareseriyên mayînde li cihên ku bi salan e zehmetiya ava vexwarinê dikişînin, disekinin.
Işik diyar kir ku xebata 400 metreyî ya xeta şebekeya ava vexwarinê ya nû ya li Taxa Gelî jî di vê çarçoveyê de ketiye bernameyê û got, "Li navçeya me ya Çinarê, di 18 mehên dawî de bi giştî 5 hezar metre xeta şebekeya ava vexwarinê ya nû hat kişandin û me bi sedan mal gihandin ava vexwarinê ya bênavber."
Işik bibîr anî ku 10 malên li Taxa Gelî demeke dirêj e zehmetiya ava vexwarinê dikişînin û wiha got, "Bi temamkirina xebatê re, li Taxa Gelî jî dê dabînkirina avê ya bênavber were kirin. Em ê wek DÎSKÎ, xebatên xwe yên bi vî rengî bidomînin."
Welatî ji xebatan razî ne
Faysal Kizildag, yek ji rûniştvanên Taxa Gelî, anî ziman ku bi salan e di dabînkirina ava vexwarinê de zehmetiyan dikişînin û got ku wan wekî 10 mal serî li DÎSKÎ dabû. Kizildağ, kêfxweşiya xwe ji ber çareserkirina pirsgirêkê anî ziman û spasiya kesên ku di xebatê de keda wan heye, kir.
Â