Astengdarên Dîtinê serdana Şaredariya Amedê kir

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, ji ber "Roja Cîhanî ya Gopalê Spî û Ewlehiya Astengdarên Dîtinê", nûnerên komeleyên ku di warê astengdarên dîtinê de xebatê dikin, pêşwazî kir û li ser mafê gihîştinê yê bajarî nêrîn dan û stendin.

Ji ber Roja Cîhanî ya Gopalê Spî û Ewlehiya Astengdarên Dîtinê, nûnerên Komeleya Korên Şeş Xalî ya Şaxa Diyarbekirê, Yekîtiya Sporê ya Astengdaran a 21 Diyarbekirê, Yekîtiya Sporê ya Astengdarên Dîtinê ya Amedê, Komeleya Astengdarên Dîtinê ya Dîcleyê, Yekîtiya Sporê ya Astengdarên Dîtinê ya Diyarbekirê û Yekîtiya Sporê ya Astengdarên Kayapinarê, serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin.

Şandeya ku ji aliyê Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Sekreterê Giştî Emrûllah Gorduk ve hat pêşwazîkirin, pirsgirêkên gihîştinê yên li bajêr û rêziknameyên ku dê jiyana astengdarên dîtinê hêsan bikin, anîn rojevê.

Nûnerên komeleyan, daxwaz kirin ku rê û peyarêyên bajêr bi awayekî ku astengdarên dîtinê karibin bi ewlehî bi kar bînin, werin sererastkirin û gihîştin di veguhastina giştî û di qadên dîjîtal de were zêdekirin. Her wiha nûnerên komeleyan bal kişandin ser girîngiya berbelavkirina sepana danasîna (binivîsa) ji bo dîmenan di parvekirinên medyaya civakî de.

Hevşaredar Bucak: Xebatên ji bo Amedeke gihîştî dê bidomin

Hevşaredar Bucak anî ziman ku peydakirina beşdarbûna wekhev a hemû welatiyên ku li bajêr dijîn di qada giştî de, yek ji berpirsiyariyên bingehîn ên şaredariyê ye û got ku dê ji bo Amedeke gihîştî, xebatên hevpar bên domandin.

Hevşaredar Bucak, berhemên ku di Pirtûkxaneya Dengî de hatine xwendin û veguhestin qada dîjîtal, ligel bastonên spî, wekî diyarî pêşkêşî nûnerên komeleyên astengdaran kir.

 

 

Image Gallery