Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, derbarê Lûtkeya 6emîn a Çandê ya UCLG ku li Barcelonayê beşdarî wê bû û hevdîtinên xwe de meclis agahdar kir.
Rûniştina sêyemîn a asayî ya meha cotmehê ya Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li avahiya xizmetê ya şaredariyê pêk hat. Di civînê de ku Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun serokatiya wê kir, endamên meclisê jî amade bûn. Hevşaredar Hatun, derbarê civînên ku van rojên dawî li bajarê Barcelona yê Spanyayê beşdarî wan bû de meclis agahdar kir.
Lûtkeya 6emîn a Çandê ya UCLG’yê
Hevşaredar Hatun, di axaftina xwe ya beriya civînê de bi bîr xist ku bi Hevşaredarê Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GABB) û Hevşaredarê Şaredariya Rezanê Siraç Çelîk û Hevşaredara Şaredariya Sûrê Fatma Gulan Onkol re, beşdarî Lûtkeya 6emîn a Çandê ya Rêxistina Cîhanî ya Bajar û Rêveberiyên Herêmî (UCLG) bûn ku li Barcelona hatibû lidarxistin.
Hevşaredar Hatun anî ziman ku piştî lûtkeyê bi Yekîtiya Piştgiriya Navneteweyî ya Şaredariyên Herêma Barcelona, Konsûla Encumena Bajarê Barcelona û Navenda Navneteweyî ya Kêmîneyî û Etnîkî ya Escarré (CIEMEN) re hevdîtin kirine û got: “Wan, ji hêla veguhestin, binesazî, ava qirêj û xizmetên vezîvirandinê ve avahiyek saz kirine. Ev rewşa bajêr hêjayî teqdîrê ye. Me jî jê sûd wergirt û soza hevkariyê ji wan girt. Tevî ku me ji bo ava qirêj bi Projeyên Yekîtiya Ewropayê (YE) hinek binesaziya xwe kiribe jî, ji ber tecrûbeya bidestxistî xebateke me ya cidî heye. Em ê di vê mijarê de piştgirî bidin wan û ew jî dê di mijarên wekî veguhestin, vezîvirandin, veguherîna li cih, dabeşkirina çopê û rewşên mîna wan de piştgiriyê bidin me. Tîmeke wan a teknîkî dê serdana vir bike û tîmeke me ya teknîkî jî dê here ser cî û lêkolînan bike.”
Hevşaredar Hatun got ku ew plan dikin ku di meha yekem a sala 2026an de protokola hevkariyê îmze bikin.
Hevşaredar Hatun anî ziman ku wan bi saziyên ku di avakirina avahiya îmarê ya li Barcelonayê de bi bandor in re jî hevdîtin kirine û derbarê pêşketina mafê gotinê ya gelê Barcelonayê li ser bajêr de agahî dan û wiha got: “Siyaset li wir tevli binesaziya teknîkî û pêvajoyê nabe. Bi biryara hevpar a 36 şaredariyên Herêma Katalanî û gel ve, wan qadeke pisporiyê ya wiha ava kirine.”
Hevşaredar Hatun diyar kir ku di hevdîtina wan a bi şandeya CIEMEN re, wan li ser vekirina komeleyekê ya derbarê dostaniya gelê Katalanî û Kurd de nîqaş kirin û di warên hevkariya teknîkî û aborî de jî fikr û ramanan parve kirin.
Piştî agahdarkirina Hevşaredar Hatun, rûniştina meclisê bi mijarên hatin nîqaşkirin bi dawî bû.