Hevşaredar Bucak: Em ê xizmetên tenduristiyê bidomînin

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, tevlî civîna ku di çarçoveya Meha Hişyarkirina Penceşêra Memikan de hat lidarxistin bû û diyar kir ku ew ê xizmetên tenduristiyê yên pêşîlêgirtinê li navenda bajêr û taxên gundan bidomînin.

Midûriyeta Daîreya Karûbarên Tenduristiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Midûriyeta Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, Odeya Tabîban a Amedê û Komeleya Penceşêrê ya Ronahiya Rojê, bi hevkariyê di çarçoveya 1-31ê Cotmehê Meha Hişyarkirina Penceşêra Memikan de, "Civîna Hişyarkirina Penceşêra Memikan" li Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmedê li dar xistin.

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevberdevka Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin Demet Ceylan, serokên daîreyan, xebatkarên tenduristiyê, jin û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tevlî civînê bûn.

Hevşaredar Bucak: Xebatên hişyarkirinê girîng in

Hevşaredar Bucak, di civînê de axivî, bal kişand ser girîngiya xebatên hişyarkirinê û spasiya kesên ku di xebatê de keda wan heye kir. Hevşaredar Bucak anî ziman ku penceşêra memikan li welat û cîhanê celebek penceşêrê ye ku pir zêde tê dîtin û got ku li cîhanê 2.3 mîlyon jin bi vî cureyê penceşêrê re têdikoşin.

Hevşaredar Bucak bal kişand ser girîngiya hevgirtina rêxistinî û wiha got: "Ne tenê tedbîrên takekesî girtin, bê guman em mezin kirin û pêşxistina hevgirtina xwe ya rêxistinî jî pir girîng dibînin. Berî du hefteyan me li bajarê xwe bi Komeleya Têkoşîna li Dijî Penceşêrê ya ku xebatên hişyarkirinê û yên civaka sivîl dimeşîne, re civiyan. Me guh da ezmûnên wan, me guh da tecrûbeya dilxwazî ya hevalên jin ên li taxan, me bi hev re nîqaş kir ka penceşêr çiqas nêzîkî me ye û çawa divê bi awayekî rast pê re têkoşîn bê kirin. Ji bo me pir fêrker bû."

'Armanca me pêşxistina tenduristiya gel e'

Hevşaredar Bucak diyar kir ku Midûriyeta Daîreya Karûbarên Tenduristiyê û Midûriyeta Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê yên Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên xwe bi pêşxistin didomînin û axaftina xwe wiha qedand: "Dibe ku em wekî Şaredariya Bajarê Mezin, hemû xizmetên tenduristiyê û avahiyên sazûmanî nexin bin sîwana xwe û qadên xebata me di vî warî de kêm bin. Lê me organîzekirina tenduristiya gel li ser bingeheke rast, rakirina tenduristiya gel ji astek ku mirov bigihêje wê, domandina siyasetên perwerdeyî û xizmetên pêşîlêgirtinê û hişyarkirinê li tax, gund û navenda bajêr, wekî erka xwe ya bingehîn dît. Ez ji bo jinan, Diyarbekireke ku tê de hişyarî û zanebûna we hemûyan pêş dikeve û em hemû dikarin xwe rêxistin bikin, dixwazim."

Di bernameyê de, Uzm. Dr. Halîs Yerlîkaya, Uzm. Dr. Derya Denîz Altintaş, Doç. Dr. Mûrat Kapan û Uzm. Dr. Hîcran Îzcî Yildiz, li ser sernavên wekî "Penceşêra singê çi ye, girîngiya teşxîsa zû, faktorên rîskê, nîşan, rêbazên teşxîs û tedawiyê", pêşkêşî kirin. Di pêşkêşiyan de, bal hat kişandin ser rola girîng a teşxîsa zû di têkoşîna li dijî penceşêra memikan de.

 

Image Gallery