2yemîn Foruma Avê ya Mezopotamyayê ya ku bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û sê rojan dewam bike, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê dest pê kir. Hevşaredar Dogan Hatun di vekirina forumê de axivî û destnîşan kir ku av azadiya hemû gelên Mezopotamyayê ye û bang kir ku li dijî tunekirina avê têkoşîn bê kirin.
Forum bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin, Foruma Avê ya Mezopotamyayê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê tê lidarxistin. Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, nûnerên partiyên siyasî, çalakvanên jîngehê, akademîsyen û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên ji Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê beşdarî forumê bûn.
‘Av ji bo zindiyan jiyan e’
Hevşaredar Dogan Hatun destnîşan kir ku av çavkaniya jiyanê ye û anî ziman ku av ne çek e, jiyan e. Hatun bi bîr xist ku av di dîroka 12 hezar salî ya Mezopotamyayê de roleke bingehîn lîstiye û got, "Heger av tunebe em jî tune ne. Em ê bi hev re xweza, av û jiyanê biparêzin."
Hatun, bal kişand ser polîtîkayên ku li ser çemên Firat û Dîcleyê têne meşandin û anî ziman ku evê polîtîkayê Rojhilata Navîn veguherandiye qada şer. Hatun got, "Pirsgirêka bingehîn av e. Heger em naxwazin tevahiya cîhanê wekî Mezopotamyayê bibe çol, divê em helwesta xwe biguherînin. Av azadiya gelên bindest û hemû gelên Mezopotamyayê ye."
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî destnîşan kir ku divê li hemberî êrîşên kapîtalîzmê çavkaniyên avê bên parastin û bang li hemû derdorên demokratîk kir ku xwedî li xweza û çavkaniyên avê derkevin.
Rêyên piştevaniya herêmî tên nirxandin
Forum heta 19'ê Cotmehê berdewam bike, dê tehdîdên li pêşberî hewzên Dîcle û Firatê, parvekirina avên sînor derbas dikin û rêyên piştevaniya herêmî nîqaş bike.
Di roja yekemîn de, mijarên wekî "Rewşa Avê Li Hemû Herêmên Mezopotamyayê", "Polîtîkaya Avê ya Hikûmeta Iraqê" û "Perspektîfên Çareseriyê yên Ji Bo Polîtîkayên Avê li Sûriyeyê" hatin pêşkêşkirin.
Di roja duyemîn de, forum dê bi atolyeyên bi sernavên "Çem Wek Hêzeke Yekîtiyê", "Rêxistinkirina Rêveberiya Avê û Hewzeyan" û "Dîplomasiya Gelan Bo Avê " berdewam bike. Roja sêyemîn dê bi gerên bajêr ên bi mijara Çemê Dîcleyê û Baxçeyên Hevselê bi dawî bibe.
Armanca forumê ew e ku av wekî mafek û amûreke aştiyê bê nirxandin û gelên herêmê di polîtîkayên avê de xwedî gotin bin.
Â