Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, piştî pêşwaziya li Balafirgeha Amedê, tevli Serokê Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) Numan Kurtulmuş û endamên Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê bû û beşdarî Merasîma Vekirina Sala Akademîk a 2025-2026an a Zanîngeha Dîcleyê bû.
Merasîma Vekirina Akademîk a Sala Xwendinê ya 2025-2026an a Zanîngeha Dîcleyê li Navenda Çand û Kongreyê ya 15ê Tîrmehê hat lidarxistin. Di merasîmê de Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Serokê TBMM'ê Numan Kurtulmuş, endamên Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê, parlamenter, hevşaredarên navçeyan, Walîyê Amedê Murat Zorluoglu, Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Kamuran Eronat, akademîsyen û xwendekar amade bûn.
Rektor Kamuran Eronat ku di vekirina merasîmê de axivî, bal kişand ser dewlemendiya dîrokî û çandî ya Amedê û hêvî kir ku sala akademîk bi xêr be.
Kurtulmuş: Vê carê em ê serkeftî bin
Serokê TBMM’ê Numan Kurtulmuş jî bal kişand ser xebatên Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê û got ku ew dixwazin bi misogerkirina edalet, aştî, yekîtî û hevgirtinê ji nav xwe, Tirkiyeyeke bi temamî azad û dadmend ku ne çek, lê gotin û dil lê diaxivin, ava bikin. Kurtulmuş got, “Em dizanin ku deriyên pêvajoyekê hatine vekirin ku dê li Tirkiyeyê êdî xwîn neyê rijandin, mirov bêhnteng nebin û di nava aştiyê de bijîn û em ê di vê rêyê de têkoşînê bidomînin. Vê carê em ê serkeftî bin, vê carê aştî dê serdest be, vê carê aramî û biratî dê serdest be. Tirkiyeyê xwesteka xwe ya aştî, aramî û biratiyê di Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku ji 5'ê Tebaxê ve di nava TBMM'ê de hatiye damezrandin, aşkere kiriye. Zêdetirî 130 Rêxistinên Civaka Sivîl (RCS), ku hevalên Amedî jî di nav de ne, li komîsyonê hatin guhdarîkirin, ramanên cuda hemûyan jî hevokeke hevpar gotin; êdî em dixwazin ne zarokan, lê çekan li vê welatî veşêrin, em dixwazin çekan ji holê rakin. Ev xebata ku bi vê gihîştîbûna feqelade bilind hatiye kirin hêdî hêdî ber bi dawiyê ve diçe.”