Hevşaredar Bucak: Civîn dê ji bo aştiyê bibe alîkar

Serra Bucak, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di civîna ku Serokê Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) Numan Kurtulmuş û endamên Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl re hatin cem hev de axivî. Bucak di axaftina xwe de got ku ev civîn dê ji bo demokrasî û aştiyê bibe alîkar û destnîşan kir ku divê hevşaredarên şaredariyên ku qeyûm lê hatine tayînkirin vegerin ser karê xwe.

Serokê TBMM'ê Numan Kurtulmuş û endamên Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ku ji bo temasê hatibûn Amedê, piştî serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li otêlekê bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl re civiyan. Ji bilî Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, parlamenter, Walîyê Amedê Murat Zorluoglu, Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Kamuran Eronat, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî Civîna Rêxistinên Civaka Sivîl bûn.

Hevşaredar Bucak: Em vê rojê gelek watedar û bi qîmet dibînin

Hevşaredar Serra Bucak di Civîna Rêxistinên Civaka Sivîl de axivî, beşdar silav kirin û destnîşan kir ku civînên hatiye kirin gelek bi rûmet e. Hevşaredar Bucak got, "Axaftina Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş di vekirina sala akademîk a zanîngehê de ji bo me gelek watedar, gelek bi qîmet e. Ji bo Amedê gelek bi qîmet e. Bê guman, tiştê ku ji bo Amedê bi qîmet e, ji bo gelê herêmê û ji bo Tirkiyeyê jî gelekî girîng û bi qîmet e. Dema ku em pêvajoyek salekê di riya aştî û demokrasiyê de dinirxînin, bê guman em jî wek kesên ku di rêveberiyên herêmî, şaredarî û bajarên xwe de dixebitin û bi dil û can dixwazin ku ev pêvajoya aştî û demokratîkbûnê bi erênî bi dawî bibe, bê guman em vê rojê gelek watedar û bi qîmet dibînin. Ez ji bo hatina wan gelek spas dikim."

'Civîn baweriya me ya bi aştiyê zêde dike'

Hevşaredar Bucak diyar kir ku li Amedê lidarxistina civîneke bi vî rengî ya berfireh û pirreng baweriya bi aştî û demokrasiyê xurt dike û wiha axivî: "Bê guman 26 sal piştî ku Serokekî Meclisê li Amedê civîneke wiha berfireh, xweş, bi beşdarî û pirreng li dar xist, ev yek hesreta me û baweriya me ya bi aştî û demokrasiyê zêde û geş dike."

Hevşaredar Bucak got, "Wek ku hûn dizanin, şert û mercên dijwar ên welatê me jiyaye, demên pevçûnan, demên zextan, demên pêkanînên antîdemokratîk û bê guman îro, em hemû bi hev re xwediyê aqilekî ne ku dixwaze van pêvajoyan li paş bihêle, lê di bingeh de bi van pêvajoyan re helalî bixwaze û rû bi rû bimîne." Bucakê anî ziman ku ew ji nêz ve dizane ku hêmanên vî bajarî, mekanîzmaya herêmî û sivîl û rêveberiyên herêmî yên hilbijartî, ji sala 2016an heya hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an, li dijî qeyûmên hatine tayînkirin çawa têkoşîneke demokratîk dane. Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku ew dixwaze vê civîna girîng û vê serdana girîng a Birêz Kurtulmuş ji cihekî ku girîngiya rêveberiyên herêmî, girîngiya hilbijartinên herêmî, girîngiya encama ku ji sindoqên hilbijartinê derdikeve dibîne û dixwaze hilbijartîbûn û demokrasiya herêmî misoger bike, bixwîne û wiha got: "Û bê guman em dixwazin baweriya xwe ya bi vê xwendinê û vê pêvajoyê biparêzin."

Tayînkirina Qeyûman ji bo Şaredariyan

Hevşaredar Bucak diyar kir ku ew bawer dike ku civîn dê ji Amedê dest pê bike û bibe alîkar ji bo aştî û demokrasiyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di heman demê de, ez dixwazim bi daxwazek wiha bi dawî bikim; em 18 meh in hatine hilbijartin. Em mecbûr in ku li herêmê, li şaredariyan xizmeta herî rast û rasterast ji gel re pêşkêş bikin. Lê mixabin li herêma me, nemaze li Şaredariyên Bajarên Mezin ên Mêrdîn û Wanê, em hîna jî pêvajoyekê bi hev re dijîn ku hevşaredarên hilbijartî, meclisa hilbijartî li ser erka xwe nînin, nikarin erka xwe bidomînin, ango yên ku gel hilbijartine li gel gel nînin. Ez hêvî dikim ku di vê pêvajoya derbasbûnê de yek ji girîngtirîn gavên aştî û demokrasiyê dê rakirina qeyûman, jinavbirina sîstema qeyûman bi awayekî ku di sîstema rêveberiyên herêmî ya Tirkiyeyê de careke din cih negire û vegera rêveberiyên herêmî yên hilbijartî, meclis û hevşaredaran bo ser wezîfeyên wan be. Ez bawer dikim, ji dil bawer dikim ku ev civîn dê gelek berhemdar derbas bibe û piştî vê civînê, hem komîsyona meclisê, hem jî Birêz Kurtulmuş û delegasyona hêja ya ku pê re hatiye vir, dê van encaman bi xwe re bibin û ev civîn ji Amedê dest pê kir, lê ez ji dil bawer dikim ku dê li parêzgehên din jî bidome."

Kurtulmuş: Em ê hiqûqa biratiyê ava bikin

Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş jî diyar kir ku ew di pêvajoyeke girîng re derbas dibin û got: "Ji 5'ê Tebaxê ve me 15 civîn li dar xistine. Gelek bi qîmet derbas bû. Kesekî negotiye 'em aştî naxwazin'. Divê her kes li zimanê xwe xwedî derkeve. Em ê zimanekî jehrî û şikestî bi kar neynin. Ev pêvajo pêvajoyeke dijwar e. Divê hiqûq û rûmeta Kurdan bê parastin. Em ê hiqûqa aştî, demokrasî û biratiyê ava bikin. Divê em ne yek-curekirinê, lê cudahiyan qebûl bikin. Di şûna wê de divê em cihêrengî û dewlemendiya xwe xurt bikin. Em ê mijarên ku me di komîsyonê de nirxandin pêşkêşî Meclisê bikin, paşê em ê aliyê wê yê hiqûqî binirxînin. Em ê vê carê teqez bi ser bikevin."

 

Image Gallery