Serokê Meclisê Kurtulmuş, serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Serokê Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) Numan Kurtulmuş û endamên Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê pêşwazî kirin.

Serokê TBMM'ê Numan Kurtulmuş û endamên Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê yên ji bo hevdîtinan hatibûn bajêr, serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin. Hevserokên Şaredariyê Serra Bucak û Dogan Hatun, Kurtulmuş û endamên komîsyonê li ber deriyê protokola avahiya xizmetê ya şaredariyê pêşwazî kirin. Hevşaredar Hatun, bi Kurdî got "Hûn Bi Xêr Hatin" û Serokê Meclisê Kurtulmuş pêşwazî kir.

Piştî pêşwaziyê, Hevşaredar, Kurtulmuş û kesên pê re hevdîtinek pêk anîn.

Di hevdîtinê de, li ser qonaxa ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gihîştiyê, çareserkirina pirsgirêka Kurd û pêşketinên li Rojhilata Navîn, danûstandinên ramanan hatin kirin.

Hevşaredaran, ji Serokê Meclisê Kurtulmuş re nexşeke hevrîşimî ku fîgûrê şêr û rojê li ser e diyarî kirin, Kurtulmuş jî vazoeke seramîk diyarî Hevşaredaran kir.

Hevşaredar Bucak diyar kir ku fîgûrê nexşa hevrîşimî, fîgûrê şêr û rojê ye ku li ser birca şêr a Keleha Zembîlfiroş a li navçeya Farqînê ye û got, şêr hêzê û roj jî enerjiyê temsîl dike.

Di serdanê de, Hevşaredaran, Hevberdevkên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Demet Ceylan û Ayhan Karatekîn û Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk re bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28