Beşdarên Foruma Avê ya Mezopotamyayê serdana Şaredariya Amedê kir

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) Dogan Hatun, mêvanên ku ji bo çarçoveya 2’yemîn Foruma Avê ya Mezopotamyayê hatibûn bajêr, pêşwazî kir.

Di çarçoveya 2’yemîn Foruma Avê ya Mezopotamyayê de ku bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Foruma Avê ya Mezopotamyayê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê hat lidarxistin, akademîsyen û çalakvanên jîngehê yên ji welatên cuda hatibûn bajêr, serdana Şaredariya Bajarê Mezin kirin.

Beşdarên ji Îngilîstan, Îtalya, Fransa, Almanya, DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê), Hindistan, Lubnan, Sûriye, Îran û Iraqê tevî çalakvanên Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê û Komeleya Ekolojiyê Derya Akyol û Erdogan Oduk, ji aliyê Hevşaredar Dogan Hatun û Hevberdevkê Meclisa DBB’ê Ayhan Karatekîn ve hatin pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de mijara Foruma Avê ya Mezopotamyayê hat destgirtin û mêvanan ji ber piştgiriya wî spasiya Şaredariya Bajarê Mezin kirin.

Ziyareta akademîsyenên Zanîngeha Silêmaniyê

Akademîsyenên Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Fahmy Osman, Dr. Dara Faiq, Dr. Zhino Khalid û Xanim Razan Omer jî ku beşdarî Foruma Ava Mezopotamyayê bûbûn, serdana nefsbiçûkî ya Hevşaredar Hatun kirin.

Hevşaredar Hatun, di hevdîtinê de bi akademîsyenan re li ser Çemê Dîcleyê û çavkaniyên avê yên li Mezopotamyayê nêrînên xwe parve kirin.

 

Image Gallery