Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, ku beşdarî Kongreya Amedsporê ya Awarte bû, diyar kir ku ew li cem Amedsporê ne û bal kişand ser wê yekê ku divê ji têgihiştina ku guh dide dengê gel dûr nekevin.
Kongreya Awarte ya Kulûba Amedsporê ya ku di Lîga Yekemîn de têdikoşe, li Navenda Çand û Kongreyan a Çand Amedê hat lidarxistin. Ji bilî Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, parlamenter, hevşaredarên navçeyan, Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya, delegeyên kongreyê û gelek mêvan beşdarî kongreyê bûn.
Di kongreya ku Metîn Kilavuz serokatiya dîwanê kir de, bi pêşniyara Lijneya Şêwirmendiyê ya Amedsporê, Serokê Baroya Amedê yê berê Nahit Eren wekî berendamê serokatiya kulûba Amedsporê hate nîşandan. Di encama dengdana di kongreyê de Nahit Eren wekî serokê kulûba Amedsporê hate hilbijartin.
Hevşaredar Bucak: Salek ji pêvajoyê li paş me ma
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, piştî hilbijartinê di kongreyê de axivî û derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, têgihiştina rêveberiya herêmî, beşdarbûna demokratîk û wateya civakî ya Amedsporê de hin nirxandin kirin.
Hevşaredar Bucak bal kişand ser derbasbûna ji pêvajoyeke gelek dijwar û got: "Hem ji bo bajarê me, hem jî ji bo herêma me, her wiha ji bo atmosfera siyasî ya em tê de ne... Pêşketinên heyî û meseleyeke ku zêdeyî sedsalekê ye eleqedarî herêma me dike hîn jî nehatiye çareserkirin, vê dijwariyê zêdetir dike."
Hevşaredar Bucak bal kişand ser pêvajoya ku wekî pêvajoya aştî an jî pêvajoya demokratîkbûnê tê bilêvkirin û wiha axivî: "Tevgera siyasî ya Kurd, wekî tevgereke ku ji bo vê bedel daye, ji bo pêşketina aştiyeke mayînde, demokrasî, wekhevî û azadiyan, dest avêtiye bin kevir û vê pêvajoya ku salek berê dest pê kiriye, didomîne. Biryarên gelek girîng hatin girtin û niha me salek ji vê pêvajoyê li paş xwe hişt. Em çima qala vê pêvajoyê dikin? Ji ber ku beriya destpêka vê pêvajoyê, me serdemeke antîdemokratîk ku nêzî 12 salên dawî digire nava xwe, derbas kir. Pêvajoyeke zext, pevçûn û girtin zêde bûn û hîn jî ev zext didomin."
'Em li cem Amedsporê cih girtin'
Hevşaredar Bucak diyar kir ku di atmosfereke wiha de di hilbijartinên 2024an de wan şaredarî ji nû ve bi dest xistin û 18 meh in di wezîfeyê de ne û got: "Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyan, bi xerabûyî û deynên gelek zêde; belkî jî bi wêranîyeke ewqas mezin re rû bi rû man ku bi gotinê nayê îfadekirin. Ligel van hemûyan, me li cem Amedsporê cih girt û me tu carî dest ji piştgirîkirina wê berneda. Hemû hevalên me dizanin şert û mercên madî çiqas kêm in; tevî vê, me hem ji aliyê madî hem jî ji aliyê manewî ve piştgirî da. Bi rastî jî, dema pirsgirêk, xerabûyî û pêşîniyên kombûyî yên bajarê me dihatin rêzkirin, me nefikirî ku em Amedsporê li kuderê vê rêzkirinê deynin; me bêguman piştgirî da."
'Divê berpirsiyariyên guncaw bên girtin'
Hevşaredar Bucak bal kişand ser wê yekê ku çi kongreya asayî be, çi kongreya awarte be, nîqaş bi têra xwe nehatine kirin berî ku biçin kongreyê û destnîşan kir ku kêm-nîqaşbûn û kêm-beşdarbûn ji bo wan mijareke rexneyê ye. Hevşaredar Bucak axaftina xwe wiha domand: "Em beşdarbûn û têgihiştina pirralî ne tenê li ser saziyên xwe pênase dikin. Eger siyaseta me, di warê demokratîkbûn, azadbûn, beşdarbûn û şefafiyetê de hin prensîban pêşbînî bike, divê yên ku van prensîban bi awayê herî rast pêk tînin em bin. Em diparêzin ku divê tu kes ji vê berpirsiyariyê dûr nekeve. Bêguman wê kongreyên awarte hebin. Em ne li ser erdnîgariyeke asayî rêveberiya herêmî, ne jî siyasetê, ne jî rêxistinbûna rêxistinên civaka sivîl dikin. Lê divê êdî bername û polîtîkayên me yên derbarê serdemên awarte de hebin. Amedspor jî wisa... Divê Amedspor ji îro pê ve, digel rêveberiya nû ya ku dê bê avakirin, xwe ji bo her cure pêvajoya awarte amade bike. Em diparêzin ku di dema amadekirina van pêvajoyan de, divê tu carî ji zemîna demokratîk û têgihiştina ku guh dide dengê gel dûr nekeve. Ev gelek girîng e. Eger piştgiriya gel û civakê tê xwestin, eger domandina vê xwedîderketinê tê payîn, divê berpirsiyariyên guncaw jî bên girtin."
'Amedspor nasname ye, xwedîderketin e'
Hevşaredar Bucak got, "Ez bawer dikim û hêvî dikim ku rêveberiya me ya nû ya ku dê bê, wê mijaran ne tenê bi nêrîneke ku li ser rêveberî û desteyên rêveberiyê nirxandinê bike, lê belê wê bi têgihiştineke yekgirtî mijaran dest bigire. Lê ez dixwazim destnîşan bikim ku hin amadehî bi têra xwe nehatine kirin an jî divê em qîmetên ku me bi hev ve girêdidin ji bîr nekin dema ku ji vir û şûn de bi xwesteka şampiyonî û serfiraziyê tevbigerin. Em Amed in. Divê em tiştekî xweser derxin holê. Wekî din, em ê bi salan qala navên kulûbên din, tecrûbeyên wan û qîmeta zêde ya wan afirandine bikin. Lê em Amed in; nirxên me yên darazê, rastiya me, riya me heye. Hewesa afirandina Amedsporeke ku bi awayekî demokratîk rêya xwe bibîne di dilê me hemûyan de heye; lê hîn em negihîştine wê astê. Amedspor ne tenê tîmeke futbolê ye, rast e. Ew nasname ye, xwedîderketin e, sedemeke hebûnê ye. Sloganên ku em hemû bi hev re di stadyumê de dibêjin, stranên ku tên gotin, wateyên cuda hildigirin. Lê em diparêzin ku divê ev hemû ne tenê di dîmenekê de an jî di adetên me de bimînin. Divê hevalên me yên di rêveberiya herêmî de li ser vê mijarê zêdetir bifikirin, bi civakê re muzakere bikin. Divê em êdî vê têgihiştin û nêzîkatiyê hinekî biguherînin."
Eren, armancên xwe aşkere kir
Serokê kulûba Amedsporê yê nû hilbijartî Nahit Eren jî spasiya delegeyên kongreyê kir ku ew hilbijartine û 6 xalên ku ew ji bo kulûbê plan dikin eşkere kir. Eren got, "Bi hêza ku me ji tevna dîrokî û çandî ya vî bajarî girtiye, em ê wekî heya niha bi hev re bi rê ve bibin û bi ser bikevin. Bila hemû dostên me yên ku îro ji ber sedemên cuda di nava me de nînin jî zanibin ku em ê teqez bi ser bikevin. Bila rêya me vekirî be."
Â