Hevşaredar beşdarî civîna Meclisa TBB’ê bûn

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî Civîna Meclîsa Asayî ya Meha Cotmehê ya Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) bûn, ku li Enqereyê hat lidarxistin.

Civîna Meclîsa Asayî ya Meha Cotmehê ya Sala 2025’an a Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB), bi serokatiya Cîgirê Serokê TBB û Şaredarê Bajarê Mezin ê Mersînê Vahap Seçer, li Enqereyê li otelekê pêk hat. Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, tevî endamên meclîsê, beşdarî civîna meclîsê bûn.

Di civînê de, piştî hilbijartina dîwanê, Cîgirê Serokê TBB û Şaredarê Bajarê Mezin ê Mersînê Vahap Seçer axivî. Sekreterê Giştî yê TBB’ê Suat Yildiz jî derbarê butçeya 2026’an de pêşandanek kir.

Di civînê de Bernameya Performansê ya Sala 2026’an û Butçeya Sala Malî ya 2026’an a TBB’ê hatin nirxandin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28