Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Emrullah Gorduk, beşdarî VIII. Sempozyuma Navdewletî ya Aborî, Siyaset û Rêveberiyê (ISEPA’25) ku ji aliyê Zanîngeha Dîcleyê ve hatibû lidarxistin, bû û got: “Dema em jîrahiya çêkirî di rêveberiya bajaran, plansaziya aborî û polîtîkayên civakî de rast bi kar bînin, dê bajarên me ne tenê bibin zîrek, lê di heman demê de dê bibin dadperwer, berxwedêr û domdar jî.”
Sempozyûm ku îsal ji aliyê Fakulteya Zanistên Aborî û Îdarî ya Zanîngeha Dîcleyê ve bi temaya “Hevsengiyên Hêza Aborî ya Cîhanî di Serdema Jîrahiya Çêkirî de” hatibû organîzekirin, li Navenda Çand û Kongreyê ya 15’ê Tîrmehê ya Zanîngeha Dîcleyê dest pê kir. Di çalakiyê de bandorên jîrahiya çêkirî li ser aboriyê, veguherîna dîjîtal û hevsengiyên hêza cîhanî ji aliyê akademîsyen, pispor û nûnerên giştî ve hatin nirxandin.
Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Emrullah Gorduk, Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Kamuran Eronat, Dekana Fakulteya Zanistên Aborî û Îdarî Prof. Dr. Pelin Karatay Gogul û gelek mêvanên din beşdarî vekirina sempozyûmê bûn.
‘Civakên ku daneyan rast bi kar tînin, dikarin krîzan veguherînin fersendê’
Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Emrullah Gorduk di sempozyûmê de axivî û destnîşan kir ku jîrahiya çêkirî ne tenê nûbûnek teknolojîk e, lê di heman demê de pêvajoyek veguherînê ye ku tê de aborî, ked û têgihîştina rêveberiyê ji nû ve têne pênasekirin. Gorduk got, “Îro em li vir in ku sernavek ku rêça serdema me destnîşan dike, ‘Hevsengiyên Hêza Aborî ya Cîhanî di Serdema Jîrahiya Çêkirî de’ bipeyivin. Ji şoreşên pîşesazî ve heya îro, her veguherîna teknolojîk hevsengiyên hêzê guhertiye. Îro, jîrahiya çêkirî di navenda vê veguherînê de ye. Êdî hêza aborî ne li ser çavkaniyên xwezayî, lê li ser zanyarî, dane û kapasîteya nûjeniyê ye. Civakên ku daneyan rast bi kar tînin, dikarin krîzan veguherînin fersendê.”
‘Karsaz dikarin biryarên stratejîk bigirin’
Gorduk diyar kir ku guheztinên darayî yên cîhanî bi zelalî girîngiya jîrahiya çêkirî di rêveberiya aborî de derdixin pêş û wiha got, “Di şert û mercên bazarê yên tevlihev de, pêşbînîkirina rîskan, parastina portfoloyan û pêşxistina stratejiyên veberhênanê yên rast, êdî bi rêbazên kevneşopî ne mimkûn e. Jîrahiya çêkirî bi saya analîtîkên daneyan û modelên pêşbîniyê, avantajên girîng dide karsazan. Karsaz dikarin ji nêz ve tabloyên xwe yên darayî bişopînin û biryarên stratejîk ên rastir bigirin.”
‘Mifteya îstîqrarê rêveberiya li ser bingeha daneyan e’
Gorduk tekez kir ku jîrahiya çêkirî di plansaziya lîkîdîteyê de jî hêsaniyeke mezin peyda dike û got, “Ew bi analîzkirina herikîna diravî, hevsengiyên berhevkirin-dayinê û meylên bazarê, derfeta rêveberiya diravî ya rast û plansaziya rîskan dide karsazan. Bi vî awayî, windabûna çavkaniyan kêm dibe û berxwedana darayî zêde dibe. Di serdemek ku krîzên cîhanî têne jiyîn de, mifteya îstîqrarê ya domdar êdî rêveberiya li ser bingeha daneyan û nermbûna dîjîtal e.”
‘Em her cure însiyatîfa ku zanyariya zanistî bi pêşveçûna herêmî re tîne cem hev, girîng dibînin’
Gorduk anî ziman ku rêveberiyên herêmî jî divê di vê veguherînê de roleke girîng bilîzin û wiha got, “Weke Şaredariya Bajarê Mezin, em her cure însiyatîfa ku zanyariya zanistî bi pêşveçûna herêmî re tîne cem hev, gelek girîng dibînin. Em bawer dikin ku divê bajarê me ne tenê di warê çandî de, lê di heman demê de di warê aborî û teknolojîk de jî roleke pêşeng bigire ser xwe. Em difikirin ku hevkariyên ku di navbera zanîngeh, cîhana karsaziyê û rêveberiyên herêmî de bên avakirin, dê ji bo pêşeroja me diyarker bin.”
‘Jîrahiya çêkirî rast were bi karanîn…’
Gorduk girîngiya pêşveçûna dadperwer di serdema dîjîtal de destnîşan kir û got, “Em girîngiyê didin avahiyeke aborî ku tê de hêza aborî tenê di navendên diyar de kom nebe, lê dahat li ser bingehê belav bibe. Di vê çarçoveyê de, em kooperatîfan, avahiyên hilberîna komunal û însiyatîfên herêmî wekî amûrên pêşveçûna dadperwer a serdema dîjîtal dibînin. Dema em jîrahiya çêkirî di rêveberiya bajaran, plansaziya aborî û polîtîkayên civakî de rast bi kar bînin, dê bajarên me ne tenê zîrek, lê di heman demê de dadperwer, berxwedêr û domdar jî bibin.”
Gorduk axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Erka me ne tenê birêvebirina teknolojiyê ye, lê her weha rêwerdana wê li gorî rûmeta mirovî û berjewendiya giştî ye. Em ji bîr nekin, di serdema jîrahiya çêkirî de, hêza sereke ne di algorîtmayan de ye; ew ê di nav civakên ku dikarin wan algorîtmayan bi wijdan, hiş û berpirsiyariya civakî rêberî bikin, de be.”
Bandorên Jîrahiya Çêkirî li ser aboriyê hatin nirxandin
Çalakî bi panelek ku ji aliyê Serokê Desteya Rêveber a Rojnameya Aborî Hakan Guldag ve hat birêvebirin, berdewam kir. Di panelê de Prof. Dr. Robert W. McGee (Zanîngeha Fayetteville State), Prof. Dr. Riza Ozturk (Zanîngeha Bielefeld) û Dr. Şeref Oguz (Serokê Desteya Weşanê ya Rojnameya Aborî), bandorên jîrahiya çêkirî li ser aboriya cîhanî, rîskên aborî yên li Ewropayê û pêşeroja aboriya Tirkiyeyê nirxandin.