Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo Taxa Geyiktepê ya ku zêdetirî 30 salan xizmet nedîtiye, dest bi xebatê kir û pirsgirêkên rê û binesaziyê yên welatiyan çareser dike.
Serokatiya Daîreya Koordînasyona Binesazî û Lênêrîna Rêyan, xebatên çêkirin, lênêrîn, tamîrkirin û başkirina rêyan ên ku li seranserê bajêr dimeşîne, didomîne. Di çarçoveya xebatan de daxwazên welatiyan û pêdiviyên ku di civînên hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin de ji muxtaran re hatine ragihandin, li ber çav tên girtin û ji pirsgirêkên sereke yên taxan re çareserî tên peydakirin.
Li taxa Geyiktepê xebat hatin destpêkirin
Di vê çarçoveyê de li Taxa Geyiktepe ya Palûkê ku ser bi navçeya Sûrê ye, xebatên rê û binesaziyê hatin destpêkirin. Li taxê ku ji 70 malî pêk tê, wê 3 hezar û 750 metre rê bê çêkirin, li qadeke 25 hezar metrekareyî kevirên parke bê raxistin, 450 metre dîwarê kevirî bê lêkirin û binesaziya ava baranê bê avakirin. Tîman raxistina kevirên parke li ser beşekî rê qedandin, beşa mayî jî wê di rojên pêş de bê temamkirin û bibe xizmeta welatiyan.
'Zêdetirî 30 salan xizmeteke wiha nedîtibû'
Welatiyên taxê jî ji ber xebatan kêfxweşiya xwe anîn ziman. Cemil Dogan ê welatiyê taxê ku diyar kir cara ewil e xizmeteke bi vê astê dibînin, wiha got: “Zêdetirî 30 salan me xizmeteke wiha nedîtibû. Şaredariyê xizmeteke wiha ji me re kir, em pir kêfxweş in. Bi salan bû me li benda van xizmetan bû. Zivistanê di nav heriyê de, havînê di nav toz û dumahê de dima. Ji ber herî û tozê heywanên me jî dihatin bandor kirin. Niha şaredarî rêyên me çêdike, em kêfxweş in.”
'Em ji vê heriyê rizgar kirin'
Îbrahîm Dogan jî ku anî ziman ji xebatên hatine kirin razî ye, wiha axivî: “Em spasiya Şaredariya Bajarê Mezin, hevşaredaran û xebatkaran dikin. Me ji vê heriyê rizgar kirin. Heta niha em heta çongê xwe di heriyê de diçûn. Ji ber ku wesayît nedikarîn derbas bibin, me çewalên arvan li ser pişta xwe dikişandin. Rê tune bû. Şaredariyê me şanazdar kir, em pir kêfxweş in.”
'Neçar diman ku nexweşên xwe bi traktorê bibin'
Şeyhmus Doğan ê welatiyê taxê jî behsa zehmetiyên bi salan kişandine kir û got: “Ji sala 1984'an ve em li vir in, me qet xizmet nedîtibû. Em diçûn bajêr û kelûpelên xwe yên wek tenekeyên rûn û pêdiviyên xwe bi zehmetî dianîn malê. Carinan neçar dima nexweşên xwe bi traktoran bibin. Lê niha Şaredariya Bajarê Mezin hatiye û ji me re xizmetê dike. Em gelek razî ne, me ji vê azarê rizgar kirin.”
