Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li derdora Nexweşxaneya Bajêr a Amedê ku çêkirina wê li navçeya Kayapinarê didome, 778 metre xeta kanalîzasyonê û 3 hezar û 687 metre jî xeta ava baranê dirêj dike.
Midûriyeta Şaxa Veberhênan û Çêkirinê ya Midûriyeta Giştî ya Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), ji bo sazkirina sîstema binesaziyê ya Nexweşxaneya Bajêr, xebateke berfireh dimeşîne. Di çarçoveya xebatan de, li herêmê bi qasî 778 metre xeta kanalîzasyonê û 3 hezar û 687 metre xeta ava baranê ya bi cûrbecûr mezinahî (çap) dê bêne dirêjkirin. Ev xet, bi awayekî ku barê avên qirêj û ava baranê ya kampûsa nexweşxaneyê û qadên niştecihbûnê yên li derdorê bi awayekî ewle hilgirin, hatine plankirin. Armanca projeyê ew e ku rê li ber lehî û rîskên tenduristiyê yên ji ber binesaziyê derdikevin bigire.
Xizmeta bêdawî û berdewam
Dema proje biqede, li derdora Nexweşxaneya Bajêr tora sîstemeke bihêz a ku li gorî zêdebûna hejmara nifûsê ye, dê bê avakirin. DÎSKÎ, bi awayekî entegre plansaziya xetên ava vexwarinê, kanalîzasyonê û ava baranê yên herêmê dike û armanc dike ku xizmeteke berdewam, bêdawî û ewle pêşkêş bike.
‘Armanca me ew e ku binesaziyeke bihêz pêşkêşî welatiyan bikin’
Midûrê Şaxê yê Midûriyeta Daîreya Veberhênan û Çêkirinê, Ozgur Aslan, di derbarê xebatan de agahî da û diyar kir ku xebatên wan ên li qadê dest pê kirine didomin û got ku ew binesaziya Nexweşxaneya Bajêr a Amedê li gorî standardên endezyariyê yên herî bilind pêk tînin. Aslan got, "Weke DÎSKÎ, armanca me ew e ku em bi tora binesaziyek nûjen, ewledar û temen-dirêj, hawîrdoreke saxlem pêşkêşî welatiyan bikin."
Â
